Nîsan 08, 2022 11:18 Asia/Tehran
  • Gerestêrkeke 9 qatî Jupîterê li derveyî Pergala Rojê hat peydakirin

Zanyaran gerestêrekek ezamet ku 9 beranberî gerestêrka Jupîter anku Mişteriyê ye di qonaxên wê yên pêkhatinê da - ku wek "hîn li nav malzarokê" tê wesifandin - dîtine. Ev keşfkirin pirsekê dixe ser têgihîştina niha derbarê çêbûna gerestêrkan.

Lêkoleran ji bo naskirin û lêkolîna li ser vê gerestêrkê teleskopa Subaru li nêzikî lûtkeya volkana neçalak a Hawayiyê û teleskopa fezzayî ya gerrok a Hubble'ê bi kar anîn. Ev gerestêrk weke dêweke ji gazê dimîne ku bi awayekî ne-asayî û dûrtir ji stêrka xwe ya mazûvan a ciwan digere.

Dêwên gazê ew gerestêrk in ku weke gerestêrkên herî mezin ên Pergala Rojê yanî Jupîter û Zuhelê (Saturn) bi piranî ji du hêmanên hîdrojen û hêlyûmê çêbûne û di wan da gazên gerrok li dor navokeke biçûktir a hişk digerrin.

Thyne Currie, estêre-fîzîkzanê Teleskopa Subaru'yê û navenda lêkolînan a NASA-Ames'ê, nivîskarê sereke yê vê nivîsarê ku roja Duşemê li kovara Nature Astronomy hat weşandin, got: "Em wer difikirin ku ew hîn di pêvajoyên here seretayî yên 'Jidayîkbûn'a xwe ye."

 

9.5 trîliyon kîlomitrî dûr ji gerestêrka erdê

Ev gerestêrk di dîskeke berfireh a ji gaz û xubarê wek madeyên ku gerestêrkan pêk tînin, stêrkeke bi navê AB Aurigae'ê ku bi qasî 508 salên ronahiyê - mesafeya ku ronahî di salekê da derbas dike - yanî 9.5 trîliyon kîlomitrî ji erdê dûr e, dorpêç kiriye.

Nav û dengê vê gerestêrkê dema ku dîmena wê kêliyeke bilez li sehneyeke fîlma "Li jor nenêre" ya sala 2021ê hat dîtin, derket.

 

Hêjayî gotinê ye, heta niha derdora 5000 gerestêrk li derveyî Pergala Rojê anku Menzûmeya Şemsî (solar system) hatine naskirin. Ev yek ku navê 'AB Aur b' lê hatiye kirin, ji yên herî mezin e.

 

Gerestêrkên di pêvajoya pêkhatinê da ku wek Pêş-gerestêrk jî tên binavkirin, tenê li derdora stêrekeke din hatine dîtin.

Hema bêje hemû gerestêrkên derveyî Pergala Rojê yên naskirî di hin xolgehan da li dor stêrkên xwe digerin. Vêca navbira xolgeha wan û stêrka ku li dorê digerin, kêmtir ji navbira stêrka Rojê û gerestêrka wê ya herî dûr yanî Neptune'ê ye.

Lê navbira xolgeha vê gerestêrkê û stêrka AB Aurigae'ê, sê beranberî navbira Neptune û Rojê û 93 beranberî navbira Erd û Rojê ye.

Giraniya stêrka AB Aurigae'ê derdora 2.4 beranberî Roja me û teqrîben 60 beranber ronîtir ji wê ye.

Serepeyv