-
Îran û Iraqê ji bo derxistin an radestkirina komên kurd ên çekdar li hev kirin
Çirî 20, 2026 11:52Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê qala lihevkirina digel Iraqê ji bo derxistin an radestkirina komên kurd ên çekdar û cidatîxwaz ji Iraqê kir.
-
Iraqçî xîtabî Netanyahu: Me jî digel te karên netemam hene
Çirî 19, 2026 20:45Wezîrê Karên Derve wek berteka li hember devûjenîyên dij Îranê yên serokwezîrê Rejîma Siyonîst, tevî hişyarîdayînê derbarê encamên her kiryareke nû da got: Hişyar bin, Îranê jî digel we karên netemam hene.
-
Ewropa di êgira nerazîbûnan da dişewite
Çirî 19, 2026 20:32Bi berfirehbûna nerazîbûnan li Fransayê bo seranserî Ewropayê, gel li himber nedadmendîyan û zêdebûna têçûyên ardûyê yên ji ber destdirêjîya Amerîkayê li ser Îranê derketin, daketin nav kolanan.
-
Iraqçî: Bêewlehîtî li Tengava Hormizê encama destdirêjîya Amerîka û Rejîma Siyonîst e
Çirî 19, 2026 18:38Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li Têhranê, bêewlehîtî li Tengava Hormizê encama rasterast a destdirêjîya leşkerî ya Amerîka û Rejîma Siyonîst li himber Îranê zanî û teqeziya li ser vêya kir ku ev destdirêjî hema wisa bi awayên cûrbicûr didome.
-
Hişyarîdayîna Yemenê bo Erebistana Siûdî; Bersiva Yemenê bo êrişên siûdî tundtir dibe
Çirî 19, 2026 18:22Endamê polîtburoya Ensarullaha Yemenê tevî şermezarkirina êrişên Erebistana Siûdî li ser navçeyên sivîl ên Yemenê teqeziya li ser vêya kir ku ev êriş ne tenê nabin sedema paşvekişîna gel, belkî dê bersiva Yemenê jî tundtir bikin.
-
Rêjeya hebandîbûna Donald Trump di bere berê hilbijartinên navîndewreyî yên Amerîkayê da dakete sedî 33
Çirî 19, 2026 17:47Asta rezamendîyê ji xebata Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, daketiye sedî 33 û demokrat di bere berê hilbijartinên navîndewreyî da li pêş komarîxwazan ketine.
-
Êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê didomin
Çirî 19, 2026 17:09Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand: Di encama êrişên Rejîma Siyonîst li ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê di 24 saetên raborî da, 5 kes hatin şehîdkirin û 22 kes jî hatin birîndarkirin.
-
Guleşta azad a Îranê li Amerîkayê bi îqtidar bû qareman
Çirî 19, 2026 16:52Tîma neteweyî ya guleşta azad a bin 23 salî ya Îranê, bi bidestxistina 4 mîdalên zêr, zîvek û 4 bronzan û bi giştî 180 puenan, bi îqtidar bû qaremana pêşbirkên cîhanî li Las Vêgasa Amerîkayê.
-
Êrişa 149 xwefirrên ukraynî ji hêla bergiriya ezmanî ya Rûsyayê va hat têkşikandin
Çirî 19, 2026 16:10Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên bergiriya ezmanî yên vî welatî 149 xwefirrên ukraynî li ser navçeyên cûrbicûr ên Rûsyayê ji wan Belgorod, Brîansk û Kûrskê şopandin û jorda xistin.
-
Berendamê demokratan bo Senaya Amerîkayê: Şerrê li himber Îranê ehmeqane bû
Çirî 19, 2026 15:52Berendamê partîya demokratan bo Meclisa Senayê ya Amerîkayê ji eyaleta Mîşîganê di axaftinên xwe da şerrê destdirêjkerane yê Donald Trump serokkomarê Amerîkayê li himber Îranê ehmeqane bi nav kir.