-
Zêdeyî 600 malbatên aware dê vegerin navçeyên xwe li Sûriyê
Çirî 19, 2026 11:33Karwana şeşem a awareyan a Serêkaniyê, di 21ê Cotmehê da bi beşdarbûna zêdeyî 600 malbatan ji kampan ber bi navçeyên xwe yên sereke yên niştecîbûnê li derdora Serêkanî, Til Temir û Zirganê vedigere.
-
Sen'a: Misir ji vê mezintir e ku di destdirêjîyê li Yemenê da beşdar bibe
Çirî 18, 2026 18:43Endamê polîtburoya Tevgera Ensarullaha Yemenê tevî amajeya bi axaftinên serokkomarê Misrê derbarê alûgorên navçeyê da, got ku Qahîre dê nekeve şerrê li himber Yemenê.
-
Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdaran: Ji bo hevgirtina zêdetir digel Wezareta Berevaniyê amadetîya me heye
Çirî 18, 2026 17:44Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdaran di peyamekê da tevî derbirrîna pîrozbahîyê bi boneya destnîşankirina “Mêhrdad Exlaqî” wek wezîrê berevaniyê û piştgirîya hêzên çekdar, teqeziya li ser vêya kir ku, Sipahê ji bo hevgirtina zêdetir a stratejîk digel Wezareta Berevaniyê bi armanca sekinîna li himber gefên hîbrîdî yên dijmin amadetîya tam heye.
-
Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Ji bo berevanîya ji Îranê, em pêşwazîyê li dîplomasîya serfirazane jî dikin
Çirî 18, 2026 17:43Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Me ji berê zêdetir amadetîya berevanîya ji xwe heye, di eynî demê da di rêya dîplomasîyê da bi mercê ku serfirazane û bi parastina rûmetê be û mafên gelê Îranê dabîn bike jî amade ne. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Îranê jî ragihand: Hêzên çekdar ên Îranê ji bo şerxwaziyeke nû, planeke wêranker ji şerrên 12 û 40 rojî amade kirine.
-
7 kes li Xezzeyê di 24 saetan da şehîd bûn/Hejmara giştî ya şehîdan gihîşte 74 hezar û 475 kesan
Çirî 18, 2026 17:42Bi berdewambûna destdirêjîyên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê, hejmara giştî ya şehîdên vê navçeyê gihîşte 74 hezar û 475 kesan. Ji aliyê din va meytê heftê û pênc şehîdên filistînî ku di êrişên Rejîma Siyonîst da ji destpêka şerr ve hatibûn şehîdkirin di merasimekê da hatin birêkirin.
-
Hilbijartinên Kongreyê; gendelî di hikûmeta Trump da nîgeranîya nû ya dengderên amerîkayî ye
Çirî 18, 2026 17:40Di halekî da ku bi nêzikbûna hilbijartinên navîn-dewreyî yên Kongreya Amerîkayê, demokratan bi berbiçavkirina têçûyên şerrê li himber Îranê û zêdebûna bihayê ardû û kelûpelan, komarîxwaz kirine armancên rexneyan, meseleyeke nû ya bi navê “gendelîya hikûmetê” wek sereketirîn nîgeraniya dengdêrên amerîkayî hatiye zêdekirin.
-
Sekreterê Giştî yê Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê: Rayedarên Herêma Kurdistanê xetera berfirehbûna şerr li navçeyê bi duristî nenirxandine
Çirî 18, 2026 17:14Sekreterê Giştî yê Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê, tevî rexnegirtina li xebata rayedarên Herêma Kurdistanê li himber alûgorên navçeyî, teqeziya li ser vêya kir ku sersariya li hember encamên berfirehbûna şerr, li rex berdewambûna xitimîna siyasî û pêknehatina hikûmeta nû, bûye sedema nîgeranîyê.
-
Bêkarî û pirsgirêkên debarê yên kurdên vegeriyayî bo Efrînê gurrtir bûne
Çirî 18, 2026 16:49Welatîyên kurd ên sûrî yên vegeriyayî bo Efrînê tevî hewildana ji bo dabînkirina pêwîstîyên rojane yên xwe, ji ber zêdebûna bihayê ardû û kelûpelên bingehîn, kêmbûna derfetên kar û daketina asta derhatan rastî pirsgirêkên aborî yên berfireh tên.
-
Tolhildana siyasî ya Qilîçdaroglû berdewam e; 48 kesayetên nêzikî Ozgur Ozel ji partîyê hatin derxistin
Çirî 18, 2026 16:06Konseya Bilind a Disîplînê ya CHPyê di civîna 16ê Cotmehê da dosyeya 50 kesan vekoland û di dawîyê da, deng da derxistina teqil a 48 kesan ji partîyê. Hejmarek ji kesayetên payebilind û rêvebirên heyama serokatiya Ozgur Ozel jî di nav derxistîyan da bûn.
-
Hejmara desteserkirîyan di nerazîbûnên Fransayê da gihîşte 1800 kesan
Çirî 18, 2026 15:49Serokwezîrê Fransayê got ku di nerazîbûnên seranserî yên roja Şemîyê da li vî welatî hezar û 800 kes hatine desteserkirin û 150 efserên polîs jî hatine birîndarkirin.