Bêkarî û pirsgirêkên debarê yên kurdên vegeriyayî bo Efrînê gurrtir bûne
Welatîyên kurd ên sûrî yên vegeriyayî bo Efrînê tevî hewildana ji bo dabînkirina pêwîstîyên rojane yên xwe, ji ber zêdebûna bihayê ardû û kelûpelên bingehîn, kêmbûna derfetên kar û daketina asta derhatan rastî pirsgirêkên aborî yên berfireh tên.
Li gorî gotina welatîyên vegeriyayî, gellek kargehên berhemanîna kincan xetên xwe yên berhemanînê kêm kirine û zêdebûna bihayê ardûyê pirsgirêk di dabînkirina nên da pêk aniye û bûye sedema girtina hin nanpêjgehan li Efrînê.Zêdebûna têçûya kirêya erebeyan jî hatûçûna gel zehmettir kiriye.Karsazên di beşa avahîsaziyê da, tevî pêwîstîya karker û ciwanan bi kar û şixulê, destmiza rojane ya wan ku berê 10 dolar bû, bo pênc dolaran kêm kirine.Di vê navberê da, karkerên rojmizd û kesên bêkar ên Efrînê hêviya xwe li demsala berhevkirina zeytûnan wekî derfetek ji bo bidestxistina derhatan girêdabûn, lê daketina bihayê berhemên zeytûnê jî asoya qezenckirina derhata wan bisînor kiriye. Ji ber ku bihayê her kîloyek zeytûnê di sala raborî da 150 lîreyên Sûrîyê bû, lê îsal daketiye 70 lîreyan.