Guleşta azad a Îranê li Amerîkayê bi îqtidar bû qareman
Çirî 19, 2026 16:52 Asia/Tehran
Tîma neteweyî ya guleşta azad a bin 23 salî ya Îranê, bi bidestxistina 4 mîdalên zêr, zîvek û 4 bronzan û bi giştî 180 puenan, bi îqtidar bû qaremana pêşbirkên cîhanî li Las Vêgasa Amerîkayê.
Ehora Xatirî, Mehdî Yûsifî, Ebulfazl Rehmanî û Ebulfezl Mihemednjjad çar mîdalên zêr ên Îranê bi dest xistin. Îbrahîm Îlahî gihîşte mîdala zîv û çar guleştgirên din ên Îranê jî mîdala bronz wergirtin. Bi vê qaremanîyê, sirûda Komara Îslamî ya Îranê li axa Amerîkayê deng veda.