Iraqçî: Bêewlehîtî li Tengava Hormizê encama destdirêjîya Amerîka û Rejîma Siyonîst e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li Têhranê, bêewlehîtî li Tengava Hormizê encama rasterast a destdirêjîya leşkerî ya Amerîka û Rejîma Siyonîst li himber Îranê zanî û teqeziya li ser vêya kir ku ev destdirêjî hema wisa bi awayên cûrbicûr didome.
Ebas Iraqçî tevî amajeya bi pêwendiyên stratejîk ên Têhran û Moskowê got ku her du welatan derbarê giringtirîn meseleyên navçeyî û navdewletî, ji wan Rojavayê Asyayê, Kendava Farsê, mizakireyên Îran û Amerîkayê û alûgorên Ukraynê gotûbêj kirin. Iraqçî herwiha teqeziya li ser pêwîstîya sekinandina tevkujîyê li Filistînê û serdestîxwazîya Rejîma Siyonîst kir û got ku pirsgirêkên navçeyê rêçareya leşkerî tinene û divê bi rêya dîplomasî û çareserîyên siyasî bên şopandin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê jî tevî teqeziya li ser berdewambûna hevkarîyên her du welatan ragihand, rêjeya danûstandinên bazirganî yên Îran û Rûsyayê di sala raborî da sedî 21 zêde bûye û Moskow pabendî sozên xwe yên sermayeguzarîyê li Îranê ye. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê dê digel serokkomarê Îranê jî bicive.