Berendamê demokratan bo Senaya Amerîkayê: Şerrê li himber Îranê ehmeqane bû
Berendamê partîya demokratan bo Meclisa Senayê ya Amerîkayê ji eyaleta Mîşîganê di axaftinên xwe da şerrê destdirêjkerane yê Donald Trump serokkomarê Amerîkayê li himber Îranê ehmeqane bi nav kir.
Evdirrehman Mihemed Es-Seyîd berendamê partîya demokratan bo Meclisa Senayê ya Amerîkayê ji eyaleta Mîşîganê tevî ehmeqane-binavkirina şerrê destdirêjkerane yê Donald Trump serokkomarê Amerîkayê li himber Îranê, teqeziya li ser vêya kir ku, Di rastîyê da tenê kesek di tevahîya cîhanê da heye ku ji 40 salan berî niha li pey kişandina me bo nav vî şerrî bû; ew jî Binyamîn Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst e û di dawîyê da kesekî ehmeq dîtiye ku amade ye vî karî bike. Êrl Rasmûsên (Earl Rasmussen) şêwirmendê navdewletî û serhengê teqawidbûyî yê artêşa Amerîkayê jî gotiye: Divê Waşîngton îdiayên xwe yên derbarê serdestîya cîhanî da wêda dayîne û digel hêzxurtên din ên cîhanê hevkarî bike; ji ber ku heyama serdestîya Amerîkayê bi dawî bûye û rêberên vî welatî neçar in vê mijarê qebûl bikin.