-
Nêçîrvan Barzanî biryara naskirina cenosîda Kurdên Êzidî îmze kir
Îlon 16, 2019 00:46Piştî ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê, roja 3`yê Tebaxê weke roja cenosîda Kurdên Êzidî diyar kir, îro Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ev biryar îmze kir.
-
Bi dû bombebaranên Tirkîyê xisarên giran li gundên Herêma Kurdistanê ketine
Îlon 15, 2019 14:54Bi sedema bombebarankirina firokeyên şêrr ên Tirkiyê li ser pêgehên PKKê, nêzîkî 60 malên nahiya Qesrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve koçber bûne û zîyanên giran li rez û zavîyên xelkê ketine.
-
Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî: Pawanxwazî vegeryaye Herêma Kurdistanê
Îlon 15, 2019 14:23Yek ji endamên Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê teqez kir ku pawanxwazî vegeryaye Herêmê û opozosyon di dewrana xwe ya herîlawaz de ye.
-
Desteyeke Herêma Kurdistanê dê seredana Bexdayê bike
Îlon 15, 2019 03:20Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku ji roja Sêşemê va dê gereke nû ya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bibe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi merc amadebûna xwe bo rêkeftinê radigihîne.
-
Omer Seyîd Elî careke din weke Sekreterê Gişt Goranê hat hilbijartin
Îlon 14, 2019 11:37Omer Seyîd Elî careke din weke Sekreterê Gişt Tevgera Goranê hat hilbijrtin.
-
Balafirên Tirkîyê careka din çeperên PKK li Qendîlê dan ber bombeyan
Îlon 14, 2019 08:02Balafirên cengê yên Tirkiyê, çend herêmên quntara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.
-
Serokê PDK`ê pêşwazî li desteya ENKS`ê kir
Îlon 13, 2019 03:32Desteyeke Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) bi Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) re hevdîtin pêk anî.
-
Talebanî ji Herîrî xwest: Bila Nuneratîya Libnanê li Hewlêrê veguhere Konsolxanê
Îlon 12, 2019 12:29Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di hevdîtina digel Serokwezîrê Libnanê de xwest ku Nuneratîya Libnanê li Hewlêrê veguhere Konsolxanê.
-
Bexda 80 milyard Dolarî deyndarê Hewlêrê ye
Îlon 12, 2019 11:33Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Bexda 80 milyard Dolarî deyndarê Hewlêrê ye.
-
Ferset Sofî wek parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin
Îlon 12, 2019 11:00Îro Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, bi piraniya dengan berbijêrê PDKê yê ji bo parêzgariyê, Ferset Sofî weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hilbijart.