Bi dû bombebaranên Tirkîyê xisarên giran li gundên Herêma Kurdistanê ketine
Bi sedema bombebarankirina firokeyên şêrr ên Tirkiyê li ser pêgehên PKKê, nêzîkî 60 malên nahiya Qesrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve koçber bûne û zîyanên giran li rez û zavîyên xelkê ketine.
Di encama êrişên hewayî yên Artêşa Tirkîyê ser çeperên PKK`ê li bintara çîyayê Qerndîlê li devera Wertê ser bi Çomanê mideha 2 rojên buhurî de xisarên giran ji wan li rê, pire, tora kehrebê û zeviyên welatiyên 27 gundên wê deverê ketine.
Ligorî raporan, nêzîkî 200 malên sînorê nahiya Qesrê bi sedema bombebarana firokeyên Tirkiyê di bin metirsiyê de ne û ta niha 60 malbat koçber bûne.
Herwiha di encama şerê Tirkiyê û PKKê de, nêzîkî 9 gundên Mesihiyan li sînorê navçeya Zaxoyê hatine valakirin. Welatî dibêjin, ji bilî valakirina gundan, ti rêyeke din li pêşiya wan nemaye.