Meytên 25 goriyên qirkirina êzîdiyan radestî malbatên wan hatin kirin
Çirî 03, 2026 14:13 Asia/Tehran
Meytên 25 goriyên qirkirina êzîdiyan piştî kemilandina qonaxên nasîn û danberheva ceribînên DNA`yê ji Bexdayê bo Şingalê hatin veguhestin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Ji gişt meytên ku di vê qonaxê de tên radestkiirn, 16 kes ji goriyên gundê Koçoyê, 4 kes ji gundê Herdanê û 2 kes ji Til Benatê ne. Sê meytên din jî yên navçeyên Sûlax, Werdiye û Komavahiya Borikê ne. Bi radestkirina vê komê hejmara meytên goriyên qirkirina li Şingalê ku ji 2021`ê ve heta nika hatine nasîn û ji bo malbatên wan hatine vegerandin, rabû 321 kesî.
Çalak û malbatên goriyan daxwaza zelalbûna çarenivîsa hemû wan Êzîdiyan dikin ku dema êrişa DAIŞ`ê ser Şingalê bêserûşûn bûne yan hatine revandin û hîn ti agahiyek ji rewşa wan bi dest neketiye.