Berdevkê Artêşa Îranê: Em ji bo her rewşekê amade ne
Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala amadebûna hêzên çekdar ji bo rawestana li hember her cûre gefekê kir.
Emîr Sertîp Ekramî-nîya, Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi şaşîya hesabkirinê ya dijmin li hember Îranê got: Dijmin bi şaşîya hesabkirinê wisa difikirî ku dikare di nava çend rojan da şiyana hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ji holê rake û armancên xwe li welêt pêk bîne; lê berxwedana hêzên çekdar û sekinîna gelê Îranê hemû ev hesabkirin têk birin. Berdevkê Artêşa Îranê got: Dijmin ne tenê di tunekirina şiyana navokî, hêza mûşekî û eniya berxwedanê da bi ser neket, belkî di gihîştina armancên xwe yên mezintir da jî têk çû.
Ekramî-nîya, îman, vîn û morala berxwedanê ya hêzên çekdar wek hokarên sereke yên sekinîna li hember gefan bi nav kir û rola gel jî di xurtkirina morala hêzên berevaniyê yên welêt da diyarker bi nav kir. Emîr Sertîp Ekramî-nîya herwiha tevî amajeya bi şert û mercên heyî yên li Amerîkayê got: Serokkomarê Amerîkayê ji aliyekê va di bin zexta tevgera siyonîst da ye ji bo pêkhatina kiryar û şerûtîyên nû li dijî Îranê û ji aliyê din va rastî nerazîbûnên gel li hundurê Amerîkayê derbarê şerrê bi Îranê ra tê; tevahiya van şert û mercan, atmosfera biryardayînê ji bo hikûmeta Amerîkayê tevlihev û dijwar kiriye.
Berdevkê Artêşê di dawiyê da tekez kir: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê alûgur û gefan bi berdewamî dişopînin, şiyana xwe ya berevaniyê bilind dikin û ji bo her rewşekê amade ne.