Amara herî dawî ya şehîd û birîndarên Xezzeyê hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i360640-amara_herî_dawî_ya_şehîd_û_birîndarên_xezzeyê_hat_ragihandin
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand: Ji destpêka destdirêjiya Îsraîlê ser Zîvala Xezzeyê heta niha hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 228 kesan û ya birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 188 kesan
(last modified 2026-10-03T14:52:59+00:00 )
Çirî 03, 2026 18:22 Asia/Tehran
  • Amara herî dawî ya şehîd û birîndarên Xezzeyê hat ragihandin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand: Ji destpêka destdirêjiya Îsraîlê ser Zîvala Xezzeyê heta niha hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 228 kesan û ya birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 188 kesan


Balafirên şêrr ên Rejîma Siyonîst di nûtirîn kiryara destdirêjkerane ya xwe da, êrişî navçeyên niştecîbûnê yên rojavaya bajarê Xezzeyê kirin. Li kampa Nuseyratê ya li navenda Zîvala Xezzeyê jî hejmarek filistînî ji ber lêketina guleyên leşkerên siyonîst birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di êrişên 48 saetên raborî yên Rejîma Siyonîst ser navçeyên cûrbicûr ên Xezzeyê da, 7 kes şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn. Ji dema pêkhatina agirbesê di 11ê Cotmeha 2025an da heta niha, hejmara şehîdan gihîştiye 1 hezar û 445 kesan û ya birîndaran jî gihîştiye 5 hezar û 72 kesan. Herwiha cenazeyên 835 şehîdan ji bin kavilan hatin derxistin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku rayedarên dagirker di şeş mehên raborî da pêşîya têketina 60% alavên pizişkî bo Zîvala Xezzeyê girtine. Herwiha hejmara şehîdan ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê heta niha gihîştiye 74 hezar û 228 kesan û ya birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 188 kesan. Hevdem hêzên dagirker operasyona wêrankirinê li navçeyên bakûr-rojhilata bajarê Xan Yûnisê pêk anîn. Tevgera Hemasê jî tevkujiya avahîya “El-Esaleyê” wek cinayeteke hovane bi nav kir ku li ser israra dagirkeran ji bo berdewambûna şerrê jînosaydê li Xezzeyê tekez dike. Hemasê ji civaka navdewletî xwest ku destdirêjiyên dagirkeran rawestînin û wan boykot û îzole bikin. Êrişên topxaneyî yên artêşa dagirker li ser başûrê Libnanê jî berdewam in. Topxaneya siyonîstan, derdora navçeya “El-Debşe”, “Wadiye Selûqî”, bajaroka Nebetîya El Fûqa û bajaroka Mensûrîyê li başûrê Libnanê kirin armanc. Medyayên îbrî jî ragihandin ku piştî teqînekê li başûrê Libnanê, 5 leşkerên siyonîst birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan xedar e.