Xelîl Heyye daxwaza kiryara demlidest bo rizgarkirina Xezzeyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i361462-xelîl_heyye_daxwaza_kiryara_demlidest_bo_rizgarkirina_xezzeyê_kir
Serokê Polîteburoya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) daxwaza kiryara demlidest bo sekinîna hemberî karesata mirovî ya ber bi xirabbûnê va li Zîvala Xezzeyê kir.
(last modified 2026-11-15T14:30:47+00:00 )
Tesrîn 15, 2026 17:59 Asia/Tehran
  • Xelîl Heyye daxwaza kiryara demlidest bo rizgarkirina Xezzeyê kir

Serokê Polîteburoya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) daxwaza kiryara demlidest bo sekinîna hemberî karesata mirovî ya ber bi xirabbûnê va li Zîvala Xezzeyê kir.

 

"Xelîl Heyye" ji welatên ereb û îslamî xwest ku bo sekinîna hemberî karesata mirovî ya Xezzeyê tevbigerin; karesata ku di pey berdewambûna dorpêçê, sîyasetên birçîkirinê, bêparbûna ji sitargeh û xizmetguzarîyên bingehîn û giranbûna êş û janên niştecîyên vê navçeyê bi hatina demsala zivistanê ra, derbasî berûlayên berfirehtir bûye. Serokê Polîteburoya Hemasê li ser pêwîstîya pêngavrakirinê bo mecbûrkirina hêzên dagirker bo bicihkirina tam a lihevkirinnameya agirbesê tekez kir. Wî di vî warî da, daxwaza vekişîna tam a hêzên dagirker ji Zîvala Xezzeyê, bicihkirina demlidest a protokola mirovî ya li Şerm uş-Şêxê hatîye îmzekirin, dabînkirina îmkana hatina komîteya neteweyî ya birêvebirina Xezzeyê bo vê navçeyê û destpêkirina çalakîyên wê û herwiha garantîkirina destragihîştina saziyên girêdayî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û dezgehên mirovdostane bo hemî navçeyên Zîvala Xezzeyê bêyî tu astengiyekê kir.

Heyye herwiha li ser pêwîstîya pêvajoya baştirkirina şert û mercan û jinûveavakirina Xezzeyê û garantîkirina hatina kelûpelên avahîsazîyê, alav û mekanîzmên pêwîst tekez kir.