Balafirên Tirkîyê careka din çeperên PKK li Qendîlê dan ber bombeyan
Balafirên cengê yên Tirkiyê, çend herêmên quntara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.
Li gor zanyariyan, balafirên cengê yên Tirkiyê, duh danê êvarê li deverên quntara çiyayê Qendîlê, çend deverên nêzikî gundên herêmê bombebaran kirine.
Berpirsê bajarokê Qesrê yê ser bi Çomanê ve, Şaxewan Wertî, ji Rûdawê re ragihand ku, “balafirên cengê yên Tirkiyê, gundên Rezwelke, Qelat û Wesanyan ên li Geliyê Baleyan, 3 caran bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê xetên ceyranê yên hemû gundên li Geliyê Baleyan, qut bûn.”
Şaxewan Wertî herwiha aşkere kir ku balafirên cengê yên Tirkiyê li gundê Rezwelke, rêya seyareyan bombebaran kirine û ji ber hindê rêya di navbera Geliyê Baleyan û Qesrê ji kar ketiye.
Herwiha wî berpirsî destnîşan kir ku perçeyên bombeyan li gelek malên li wan gundan ketine û diyar kir, “Xelk ji ber tirsa canê xwe xwe di şikeftan de vedişêre. Ji ber bombebaranê ziyan gihiştiye mizgefta gund jî.”
Wertî diyar kir ku ji ber bombebaranê agir bi rez û bexçeyên gundiyan ketiye û ziyaneke madî ya mezin pêk hatîye.