-
Nêçîrvan Barzanî ji ber bûyera li Kerbelayê sersaxî da
Îlon 10, 2019 22:45Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyên bûyera di roja Aşûrayê ya Kerbelayê de nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.
-
Lavrov seredana Kurdistana Iraqê dike
Îlon 10, 2019 07:32Biryare meha dahatî, wezîrê derve yê Rûsyayê, Sêrgî Lavrov bo cara yekem serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê bike û li gel berpirsên derecebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
-
Wezîrê Hêzên Pêşmerge: Bila Bexda helwestê himberî êrişên Tirkîyê yên ser Herêma Kurdistanê nîşan bide
Îlon 09, 2019 15:10Wezîrê Hêzên Pêşmerge yê Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku dewleta Bexdayê helwesteke ciddî himberî êrişên Tirkîyê yên ser wê Herêmê nîşan bide û pêgirî kir ku ligorî destûra bingehîn a Iraqê, dewleta navendî erkdar e ku ji hemî sînorên welêt berevanîyê bike.
-
Desteya HDP'ê bi Serokomarê Iraqê re civîya
Îlon 09, 2019 11:58Desteya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bi Serokomarê Iraqê re li şarê Silêmanîyê civîyaye.
-
Desteya HDP'ê ligel Mesrûr Barzanî civiya
Îlon 09, 2019 11:33Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda HDP'ê kir û di civînê de diyar kir ku ew piştevaniya her pêngaveke bo aşitiyê dike.
-
Amadetiya kompaniyên îranî jibo sermiyandanîna li Herêma Kurdistanê
Îlon 09, 2019 04:32Serkonsolê Îranê li Silêmaniyê çû dîtina Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê.
-
Desteya HDP`ê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê re civîya
Îlon 08, 2019 12:28Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ligel desteya HDP`ê ya jêr serokatiya Temelî civiya û ragihand ku niha dema aştiyê ye û divê pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê bi rêya aştiyane were çareserkirin, ji ber ku şer hîç tiştekî çareser nake.
-
Tewsiya Mesûd Barzanî li taxima HDP
Îlon 08, 2019 11:27Serokê Oartiya Demokrat a Kurdistana Iraqê li hevdîtina bi taxima Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê, HDP, daxwaza kir ku tevî hemî nakokî û nearamî û pirsgirêkan, bila tu carî ji prosa aşitî û gotûbêja bo çareserkirina pirsgirêkan bêhêvî nebin û nehêlin ku pirsgirêkên siyasî bibin sedema bêtifaqî û şerê di navbera kurdan û tirkan.
-
Hevdîtina Mesûd Barzanî û şanda HDP û KCDê li Hewlêrê
Îlon 08, 2019 04:38Mesşûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û şanda partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) û KCDê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî civiyan û di civînê de rewşa siyasî ya navçê, pêwendiyên HDP û Herêma Kurdistanê û rewşa HDPê li Tirkiyê gotûbêj kirin.
-
Desteya HDP`ê bi Serokê PDK`ê re civîya
Îlon 07, 2019 11:25ِDesteya HDP`ê bi serokatiya hevserokê wê partîyê Sezaî Temellî ligel Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) civiya.