Desteya HDP`ê bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê re civîya
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ligel desteya HDP`ê ya jêr serokatiya Temelî civiya û ragihand ku niha dema aştiyê ye û divê pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê bi rêya aştiyane were çareserkirin, ji ber ku şer hîç tiştekî çareser nake.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8`ê Îlona 2019`an li Hewlêrê pêşwazî li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û şanda pê re kir û tekezî ser wê yekê kir ku ew dê hewlên ji bo destpêkirin û serxistina proseya aştîyê li Tirkiyê bidomîne û ya ji dêstî were jî, bike.
Di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji şanda HDP`ê re got: “Niha dema aştiyê ye û pirsgirêka Kurdan li Tirkiye divê bi rêya aştiyê bê çareserkirin, ji ber ku şer ti tiştekî çareser nake û nabe ti derfeteke aştiyê li Tirkiyê ji dest bê dayîn.
Ji aliyê xwe ve desteya HDP`ê ji bilî pîrozbahiya li Nêçîrvan Barzanî ya ji bo destbikarbûna wekî Serokê Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Şanda HDP`ê herwiha spasiya Nêçîrvan Barzanî ji ber hewlên wî di demên derbasbûyî û niha de ji bo aştiyê kir û pêgirî kir ku aştî ser xêr û berjewendiya tevahiya gelên Tirkiyê de ye û gelê Kurd dixwaze aştî û çareseriya aştiyane pêk were.
Herwiha herdu aliyan derbarê rewşa herêmê bi giştî û çend pirsên din de gotûbêj kirin.
Şanda ji Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk, Wekîla Serokê Koma HDPê û Parlamentera Mersînê Fatma Kurtulan, Cîgirê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve û Parlamentera Êlihê Feleknas Ûca û Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier pêk tê.