Tewsiya Mesûd Barzanî li taxima HDP
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308061-tewsiya_mesûd_barzanî_li_taxima_hdp
Serokê Oartiya Demokrat a Kurdistana Iraqê li hevdîtina bi taxima Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê, HDP, daxwaza kir ku tevî hemî nakokî û nearamî û pirsgirêkan, bila tu carî ji prosa aşitî û gotûbêja bo çareserkirina pirsgirêkan bêhêvî nebin û nehêlin ku pirsgirêkên siyasî bibin sedema bêtifaqî û şerê di navbera kurdan û tirkan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2019 11:27 Asia/Tehran
  •  Tewsiya Mesûd Barzanî li taxima HDP

Serokê Oartiya Demokrat a Kurdistana Iraqê li hevdîtina bi taxima Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê, HDP, daxwaza kir ku tevî hemî nakokî û nearamî û pirsgirêkan, bila tu carî ji prosa aşitî û gotûbêja bo çareserkirina pirsgirêkan bêhêvî nebin û nehêlin ku pirsgirêkên siyasî bibin sedema bêtifaqî û şerê di navbera kurdan û tirkan.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Mesûd Barzanî, serokê partiya Demokrata Kurdistanê( PDK) şemiyê bi taxima Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê bi serokatiya  Sezayî Temellî ku sefera Hewlêrê kiriye, hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtina li pişt deriyên girtî hat lidarxistin û taxima HDP li vê hevdîtinê ji Mesûd Barzanî xwest ku bila bo çareserkiribna pirsgirêka kurdan ji riya bi aşitî û siyasî bikeve dewrê.

  Barzanî jî sefera taxima HDP bo Herêmê pir giring nirxand û bal kişand ser vê yekê ku  navçên kurdnişîn li navçê xwediyê taybetmendiyên  cuda ne û teqez kir ku divê partiyên kurdistanî bona girtina pêşiya derketina  nakokî û nearamiyê van ferqan berçav bigrin.

  Mesûd Barzanî her wiha diyar kir: Tu yek ji pirsgirêkên navçê ji wan pirsgirêkên kudan ji riya şêr û bi şîdetê nayên çareserkirin û bo çareserkirina pirsgirêkan, dawiya dawî divê bala xwe bidin ser şêwazên  bi aşitî û gotûbêjê û ew bi xwe jî bo çareserkirina  pirsgirêka kurdan li Tirkiyê û li navçê dê her cure alîkariyekê bike û tişta ku ji destî were dê bike.

 Barzanî ji taxima HDP daxwaz kir ku  tevî hebûna hemî nakokî û nearamiyan û pirsgirêkan, tu carî ji prosa aşitî û gotûbêjê bo çareserkirina  pirsgirêkan dilsar nebin û nehêlin pirsgirêkên siyasî bin sedema derketina  bêtifaiyê di navbera kurdan û tirkan.