Nêçîrvan Barzanî ji ber bûyera li Kerbelayê sersaxî da
Îlon 11, 2019 03:15 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyên bûyera di roja Aşûrayê ya Kerbelayê de nîşan da û ragihand, ku ew amade ne pêşwaziyê li birîndaran bikin, û alîkariya pizîşkî pêşkêş bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka serxweşiyê raberî malbatên qurbaniyên bûyera duh ya li Kerbelayê kir ku ji ber qerebalixiyê jiyana xwe jidest dan.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ew ji ber bûyera li Kerbelayê, hevxemiya xwe digihînin kesûkarên qurbaniyan û ji Xwedayê mezin dixwazin sebir û hedarê bide malbatan û qurbaniyan bi beheştê şad bike û şifayê jî bide birîndaran
Barzanî di heman demê de ragihand, ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo alîkariyên pizîşkî û pêşwazîkirina birîndarên wê bûyerê.