Nêçîrvan Barzanî biryara naskirina cenosîda Kurdên Êzidî îmze kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308310-nêçîrvan_barzanî_biryara_naskirina_cenosîda_kurdên_Êzidî_îmze_kir
Piştî ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê, roja 3`yê Tebaxê weke roja cenosîda Kurdên Êzidî diyar kir, îro Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ev biryar îmze kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 16, 2019 05:16 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî biryara naskirina cenosîda Kurdên Êzidî îmze kir

Piştî ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê, roja 3`yê Tebaxê weke roja cenosîda Kurdên Êzidî diyar kir, îro Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ev biryar îmze kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, duh danê êvarê biryara jimare 2 ya sala 2019an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ku taybet e bi naskirina roja 3ê Tebaxê weke roja cenosayda Kurdên Êzidî, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate îmzekirin.

Di biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: “Ew kuştin û komkujiya di derheqê Kurdên Êzidî de ku ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatine encamdan, taybetmendiyên tawanên komkujî, tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şêrr li xwe digirin. Berpirsatiya qerebûkirin û dabînkirina maf û îmtiyazên qurbaniyan û avedankirina navçeyê jî dikeve ser mile desthilatên destûrî yên Komara Iraqê.”

Herwiha di beşeke din a biryara parlamentoyê de tê gotin: “3ê Tebaxê weke roja komkujiya Kurdên Êzidî tê diyarkirin û divê civata wezîran û aliyên peywendîdar hukmên vê biryarê cîbicî bikin. Kar bi ti têksteke yasayî yan biryarekê jî nayê kirin, ku dijî hukmên vê biryarê bin.”

Derbarê sedema derxistina biryarê de jî hatiye gotin, ku ji bo bidestxistina dadperwerî, dabînkirina maf û îmtiyaz û qerebûkirin, kêmkirina dûhatên tawanên komkujiyê û rêzgirtin li qurbaniyan, ev biryar hatiye dan.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşa xwe bo ser Şingalê û deverên din ên cihê nîştecihbûna Kurdên Êzidî dest pê kir û di wê êrîşê de bi sedan welatiyên sivîl ên Êzidî bi destê çekdarên wê rêxistina terorîst hatin kuştin û bi hezaran Kurdên êzidî jî wek dîl hatin girtin û revandn ku çarenûsa gellek ji wan hêj dîyar nîne.