Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî: Pawanxwazî vegeryaye Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308298-parlimanterê_yekgirtûya_Îslamî_pawanxwazî_vegeryaye_herêma_kurdistanê
Yek ji endamên Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê teqez kir ku pawanxwazî vegeryaye Herêmê û opozosyon di dewrana xwe ya herîlawaz de ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2019 14:23 Asia/Tehran
  • Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî: Pawanxwazî vegeryaye Herêma Kurdistanê

Yek ji endamên Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê teqez kir ku pawanxwazî vegeryaye Herêmê û opozosyon di dewrana xwe ya herîlawaz de ye.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê Ebûbekr Heldenîdi hevpeyvînekê de destnîşan kir kabîne û parlemana niha yên Herêma Kurdistanê lawaztirîn kabîne û parleman pêka dewrên derbasbûyî ne.

Heldenî got: Dewra pêncan a parlemana Kurdistanê ku ez bi xwe endamek ji wê me û her wiha  kabîna niha, dewrên herî lawaz û herî kirêt ên parleman û kabînê ne ku ji dema  damezrandina  hikûmeta herêmê li ser kar bûne û ji ber asta wan a nişîv nikarin xwestekên wan cih bînin.

Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir: Partiyên serdest naxwazin û nahêlin dewra niha ya parlemana Kurdistanê serbixwetiya dengan hebe û hegera wê jî vedigere ser mahiyeta van partiyan ku dervey prensîpên  demokratîk xebatê dikin û xwediyê çavkaniyên derhatê û çiqa eskerî û her wiha  peywendiyên berfireh li asta navneteweyî ne û li gêreyên  navxweyî bi alîkariya welatên biyanî serdestiya xwe sepandine.

Heldenî li bara hewldanên bo cihanîna reforman li Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û derxistina vê hêzê ji  bin desthilata partiyan got: Ev kiryar an divê bin zexta navneteweyî cih were an ji riya zext û zora navxweyî.