Desteyeke Herêma Kurdistanê dê seredana Bexdayê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308267-desteyeke_herêma_kurdistanê_dê_seredana_bexdayê_bike
Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku ji roja Sêşemê va dê gereke nû ya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bibe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi merc amadebûna xwe bo rêkeftinê radigihîne.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 15, 2019 03:20 Asia/Tehran
  • Desteyeke Herêma Kurdistanê dê seredana Bexdayê bike

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku ji roja Sêşemê va dê gereke nû ya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bibe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi merc amadebûna xwe bo rêkeftinê radigihîne.

Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa di hevpeyvîna digel Malpera Fermî ya PDK`ê de ragihand ku roja Sêşem 16`ê Îlonê yê desteyek ji hêla Hikûmeta Herêma Kuridstanê ve bi merema gotûbêja ser qanûna bûca sala 2020 a Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê ji wê bûceyê here Bexdayê.

Faris Îsa herwiha dibêje: Niha ku Hikûmeta Iraqê mijûlî amadekirina reşnivîsa budceya sala 2020an e, Herêma Kurdistanê, dixwaze beşdarî amadekirina projeyasayê bibe ku di parlamentoyê de bêyî pirsgirêk were pesendkirinê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî rê kirina wê şanda gotûbêjan, amadebûna xwe ya ji bo rêkeftina li gel Hikûmeta Iraqê ragihand.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Dr. Beşîr Hedad jî dibêje, ew niha zêdetir nêzikî rêkeftinê bûne û hêviya wî heye di heyameke nêzîk de herdu alî rêkeftina xwe rabigihînin. Beşîr Hedad herwiha diyar dike ku eger mafên Herêma Kurdistanê bên dabînkirinê, deynên kombûyî bên dayîn û ew pereyên ku pêwîst bû Bexda bide Herêma Kurdistanê bên dayînê, Herêma Kurdistanê dê her erkeke yasayayî ya ku dikeve ser milê wê cih bîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi mercên, garantîkirina mûçeyên hemû fermanberan, cihgirtina pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de, dayîna deynên wan kompaniyên ku petrolê li Herêma Kurdistanê berhem tînin, dayîna deynan, asayîkirina rewşa navçeyên kêşeliser, amade ye ligel Hikûmeta Federal a Iraqê rêk bikeve.