-
Hejmara tûşbîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê giheşte 38 kesan
Adar 19, 2020 03:46Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi tomarkirina navê kesekî din ê tûşbûîyê vîrûsa Koronayê li şarê Silêmanîyê, hejmara tûşbîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê giheşte 38 kesan.
-
Wezîrê Tendrustiyê yê Herêmê: Heta niha 4 hezar kes li Herêma Kurdistanê hatine qerentînekirin
Adar 18, 2020 15:13Wezîrê Tendrustiyê yê Herêma Kurdistanê eşkere kir heta niha zêde ji 4 hezar kes hatine qerentînekirin.
-
Piştgriya bi şer û merc a rêxistinên kurd ji El-Zurfî
Adar 17, 2020 13:00Rêbîn Selam, endamê partiya demokrat a Kurdistana Iraqê roja sêşemê bijartina Ednan El-Zurfî serokê firaksiyona El-Nesrê bo bijartina dewleta nû pîroz kir, lê pêşiya wî bo kiryarên ku bibûn sedema işkesta Muhemed Tewfîq, girt.
-
Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê NY li ser dawîn pêşhatên Iraqê guftûgo dikin
Adar 16, 2020 13:13Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan.
-
Salroja bombebarana kîmyawî ya Helebçê ji aliyê Rejîma Bes a Iraqê ve
Adar 15, 2020 14:29Îro 25 Reşemê hevgavê 15 Adarê, salroja bombebarana kîmyawî ya Helebçeyê ji aliyê artêşa Rejîma Bes a Iraqê di sala 1988`an de ye.
-
Îbtalkirina hemî merasimên newrozê li Herêma Kurdistanê
Adar 14, 2020 14:17Rayedarên Herêma Kurdistanê bona rawestana li ber belavbûna vîrûsa koronayê û girtina pêşiya belavbûna wê li nav xelkê, hemî kombûn û merasimên Newrozê îbtal kirine û nahêlin xelk derkevin cihên tefrîhî û geştyariyê.
-
Rayedarên Herêma Kurdistanê li bara dabînkirina kelûmelên pêdivî xelkê xatircem dikin
Adar 14, 2020 13:38Rayedarên Herêma Kurdistanê di rewşa qeyrana Korona û qerentînê û sînordarbûna danûstandinên ticarî li derbasgehên sînorî, li bara dabînkirina kelûmelên pêdivî û xwarekê xelkê xatircem dikin.
-
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tivdîrên girtina pêşîya Koronayê şidandin
Adar 14, 2020 13:30Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di çarçova sekinîna himberî belavbûna vîrûsa Koronayê de hatinûçûyîna di navbera parêzgeh û bajêran qedexe kir, karê otobos û mînîbosan di navbera bajaran de da sekinandinê û hêzên emnî jî hevgavê personelên dermankirinê jibo qerentînekirinê û girtina pêşîya derketina welatîyan ji malên xwe ketin dewrê.
-
Artêşa Tirkîyê careka din devera Sîdekanê da ber bombeyan
Adar 14, 2020 13:29Balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê careka din deverên xelknişîn ên parêzgeha Hewlêrê dan ber bombeyan.
-
Şeş endamên DAIŞ`ê li Silêmaniyê hatin girtin
Adar 14, 2020 12:28Medya ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku şeş endamên DAIŞ`ê yên ber şopandinê li Silêmnaiyê ji aliyê hêzên Asayişê yên vî bajarî ve hatine desteserkirin.