Iraqçî: Em dê himber her destdirêjîyeka ser Îranê rawestin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser bêsozîyên Amerîkayê u pêgirî ser aamdebûna Îranê jibo sekinîna hibmerî her destdirêjîyekê kir.
Seyîd Ebbas Iraqçî di hevpeyvîna tev Şebekeya NBC ya Amerîkayê da got ku li gorî serederîya Amerîkayê ya di 2 salên buhurî da ti hegerek tineye ku em dîsan bizvirin dîplomasîyê u danuistandina tev hikûmeta Amerîkayê.
Iraqçî bal kişand ser demajoya muzakireyên buhurî u got: Di sala 2025ê da, Îranê pêşnîyara Amerîkayê ya muzakirekirinê qebûl kir, lê di germegerma muzakireyan da êrişî Îranê hat kirin, di Sibata 2026ê da jî di dema muzakireyan da destdirêjî ser axa Îranê hat kirin .
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Piştî şêrr, dîsan muzakire destpê bûn u 3 mehan hatin domandin, lê Amerîkayê 2 hefteyan piştî wajokirina rêkevtinameyê, sozên xwe binpê kir. Îran hela jî ser vê bawerê ye ku nabe ti derfeteke aştîyê ji nav here, lê serederîya hikûmeta Amerîkayê di 2 salên buhurî da pêbawerîya pêwîst ji bo vegera hêsan ser masa muzakirê ji nav birîye. Iraqçî pêgirî kir, çavê Îranê ne li hilbijartina dewra navîn a Amerîkayê u yan alugurên vî welatî ye, tişta girîng jibo Têhranê berjewendîyên gelê Îranê ye.