Hejmara tûşbîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê giheşte 38 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314132-hejmara_tûşbîyên_koronayê_li_herêma_kurdistanê_giheşte_38_kesan
Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi tomarkirina navê kesekî din ê tûşbûîyê vîrûsa Koronayê li şarê Silêmanîyê, hejmara tûşbîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê giheşte 38 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2020 07:16 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê giheşte 38 kesan

Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi tomarkirina navê kesekî din ê tûşbûîyê vîrûsa Koronayê li şarê Silêmanîyê, hejmara tûşbîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê giheşte 38 kesan.

Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de ragihand ku mideha 24 sietên buhurî de 156 kes xistine ber çavdêrî û têsêtê ku tûşbûna jineke 27 salî nişteciha Silêmanîyê bi vîrûsa Koronayê hat piştrastkirinê.

Ligorî wê daxûyanîyê, ew jina ji xizm û kesên kesekî tûşbûyî ye ku duh li Silêmanîyê têsta tûşbûna wî hat piştrastkirinê ku di encama têkilîya pê re tûş bûye.

Di daxûyanîya Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê de hatîye ku hejmarqa tûşbûyîyan giheşte 38 kesan ku ji nav wan yekî canê xwe ji dest daye, 9 kes baş bûne û 28 kes jî li ber çavdêrî û parastinên piziîkî da ne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku hatinûçûyîna li bajarên Herêma Kurdistanê 5 rojên din hat dirêjkirinê.