-
Şeş endamên DAIŞ`ê li Silêmaniyê hatin girtin
Adar 14, 2020 08:58Medya ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku şeş endamên DAIŞ`ê yên ber şopandinê li Silêmnaiyê ji aliyê hêzên Asayişê yên vî bajarî ve hatine desteserkirin.
-
Merasima bibîranîna kîmyabarankirina Helebçê dê neyê lidarxistin
Adar 14, 2020 12:20Rêvebirîya Giştî ya Karên Şehîd û Enfalbûyîyên Helebçê di daxûyanîyekê de ragihand ku îsal merasma bibîranîna kîmyabarankirina Helebçê (16`ê Adarê) dê neyê lidarxistinê.
-
Hejmara kesên ku bi koronayê ketine li Herêma Kurdistanê gihêşt 20 kesî
Adar 13, 2020 13:07Wezareta Tendrustiyê ya Herêma Kurdistanê raghand ku hejmara kesên ku bi koronayê ketine li Herêma Kurdistanê bi tûşbûna kesekî din li Hewlêrê gihêşt 20 kesî.
-
Waliyê Silêmaniyê: Eger neneçar bin ji mal dernekevin
Adar 12, 2020 16:03Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir diyar kir ku wê ji îro ve çavdêriyek dijwar li bazar û cihên giştî bikin û got ku naçarin pêşiya her qelebaxiyekê li her cihekê bigirin. Wî herwiha eşkere kir ku Cadeya Salim, Sehuleke û Çayxaneya Şeib wê werin girtin.
-
6 mercên fraksiyonên kurdistanî bona piştgiriya ji serokwezîrê pêşerojê yê Iraqê
Adar 12, 2020 14:11Miyade Necar, endama meclisa nûneran a Iraqê ji Partiya Demokrata Kurdistanê îro berî nîvro li gotûbêja bi ajansa fermî ya vî welatî, Waiê re raghand ku fraksiyonên kurdistanî bona piştgiriya ji serokwezîrê nû yê dewleta federal li meclisê şer şertên xwe hene.
-
Cotyar Adil: Sepandina Paşekevtkirinê di sîyaseta Hikûmeta Herêmê de nîne
Adar 11, 2020 13:41Berdevckê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Hikûmetê rêbaz û planên xwe yên taybet bi qeyrana darayîyê, daketina bihaya niftê û bandorên wê ser rewşa darayîya Herêma Kurdistanê hene.
-
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê: 2 kes din tûşî Koronayê bûn
Adar 11, 2020 05:14Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de, tenê 2 kes tûşî vîrûsa koronaya nû (Covid-19) bûne.
-
Peyama pîrozbayiyê ya berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan
Adar 08, 2020 14:56Serokê Herêma Kurdistanê ragahand ku jinên Herêma Kurdistanê hertim bi awayekî kêratî di beşên curbicur ên xebat û têkoşînê de beşdarî kirine, îro rojê jî bi awayekî praktîkî roleka giring li sercem saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê hene.
-
Nêrînên firaksiyonên kurdistanî li bara damezrandina dewleta nû ya Iraqê
Adar 08, 2020 13:56Şêwirmendê rêberê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku kurdên Iraqê daxwaza çaksaziya di saziyên vî welatî de, çareserkirina pirsgirêkan, pêbendiya li qanûna bingehîn û xala şirîkatîyê û lidarxistina hilbijartinên zûwext dikin.
-
Parlemanterên Herêma Kurdistanê daxwaza lidarxistina civîna parlemanê li Helebçeyê kirin
Adar 07, 2020 12:2760 kes ji parlemanterên Herêma Kurdistanê daxwaza lidarxistina civîna parlemanê li bajarê Helebçeyê di salroja bombebarana kîmyawî ya vî bajarî kirin.