Şeş endamên DAIŞ`ê li Silêmaniyê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314015-Şeş_endamên_daiŞ_ê_li_silêmaniyê_hatin_girtin
Medya ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku şeş endamên DAIŞ`ê yên ber şopandinê li Silêmnaiyê ji aliyê hêzên Asayişê yên vî bajarî ve hatine desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2020 12:28 Asia/Tehran
  • Şeş endamên DAIŞ`ê li Silêmaniyê hatin girtin

Medya ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku şeş endamên DAIŞ`ê yên ber şopandinê li Silêmnaiyê ji aliyê hêzên Asayişê yên vî bajarî ve hatine desteserkirin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê malpera  Xelkê, li daxûyaniya ku ji hêla medya ewlehiyê ya Iraqê va hatine weşandin, hêzên îstixbaratî û ewlehiyê li parêzgeha Silêmaniyê karîn şeş endamên DAIŞê li Silêmaniyê desteser bikin. 

 Li gor vê nûçeyê, kesên girtî pêştir li gor xala 4`an a qanûna rawestana li ber terorêc ya Iraqa Federal bi tawana desthebûna li çend operasyonên terorîstî yên DAIŞ`ê ketine ber teqîbatê. 

Her wiha hatiye amajekirin ku girtina van kesana dema  hizûra wan li navçên curbicur ên Silêmnaiyê bûye.