Merasima bibîranîna kîmyabarankirina Helebçê dê neyê lidarxistin
Rêvebirîya Giştî ya Karên Şehîd û Enfalbûyîyên Helebçê di daxûyanîyekê de ragihand ku îsal merasma bibîranîna kîmyabarankirina Helebçê (16`ê Adarê) dê neyê lidarxistinê.
Kamiran Mistefa Rêvebirîya Giştî ya Karên Şehîd û Enfalbûyîyên Helebçê di civîneke çapemenîyê de got:'' Îsal ji ber vîrûsa Koronayê merasima bibîranîna kîmyabarankirina Helebçê dê neyê lidarxistin lê, em dê bi şêwazeke cida ku di daxûyanîya duh de hat ragihandinê bibîr bînin.''
Wî herwiha got: ''Nika rewş rê nade hîç kombûn û cihê kombûna xelkê ji ber vîrûsa Koronayê lewma, me biryar da pêbendê biryarên Hikûmetê di vî warî de bin û em ê xwestina mafên xizm û kesên gorî û şehîdên Helebçê û sînorên wê parêzgehê ji Hikûmetê bidomînin.''
Rêvebirê Monimênta Şehîdên Helebçê Serxêl Geffar jî di vê civîna çapemenîyê de amajeyî vê yekê kir ku îsal dê hîç merasimek li Monimênta Şehîdên Helebçê ji ber rewşa nexwestî ya ji ber vîrûsa Koronayê neyê lidarxistin û em ê di rojên bê da derîyên wê avahîyê daxin û lêborînê jî dixwazin ji ber ku em nikarin pêşwazîyê li xizm û kesên şehîdan û mêvanan ji ber rewşa nemisoger a tenduristîyê bikin.