Îran: Şehîd Nesrullah mînakekî bêhempa yê wêrekatî u naskirinê himberî dagirkerîyê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360582-Îran_Şehîd_nesrullah_mînakekî_bêhempa_yê_wêrekatî_u_naskirinê_himberî_dagirkerîyê_bû
Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di daxûyanîyeke bi boneya salvegera duyem a şehîdkirina Seyîd Hesen Nesrullah Sersekreterê Hizbullaha Libnanê, Seyîd Haşim Sefyeddîn u şehîdên din ên Bereya Berxwedanê, ragihand: Nesrullah temenê xwe di rêya geşepêdana Islamê, rûmet u serxwebûna Libnanê, berevanîya ji doza Filistînê û sekinîna himberî dagirkerîyê û zêdexwazîya Rejîma Sîyonîst da derbas kir.
(last modified 2026-09-28T15:31:01+00:00 )
Îlon 28, 2026 18:59 Asia/Tehran
  • Îran: Şehîd Nesrullah mînakekî bêhempa yê wêrekatî u naskirinê himberî dagirkerîyê bû

Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di daxûyanîyeke bi boneya salvegera duyem a şehîdkirina Seyîd Hesen Nesrullah Sersekreterê Hizbullaha Libnanê, Seyîd Haşim Sefyeddîn u şehîdên din ên Bereya Berxwedanê, ragihand: Nesrullah temenê xwe di rêya geşepêdana Islamê, rûmet u serxwebûna Libnanê, berevanîya ji doza Filistînê û sekinîna himberî dagirkerîyê û zêdexwazîya Rejîma Sîyonîst da derbas kir.

Di vê daxûyanîyê da bilî şermezarkirina êrişên ser Libnanê, şehîdên din ên berxwedanê jî hatin bibîranîn, ji wan Qasim Silêmanî, Nîlfirûşan, Ebû Mehdî Muhendis, Ismayîl Henîye u Yehya Sinwar u pêgirî ser pêwîstîya muhakimekirin  ucezakirina fermander u sebebkarên êrişên hanê u sekinîna himberî dagirkerî, terorîsm u serdestîxwazya bereya amerîkî- sîyonîst hatîye kirin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê rêya Seyîdê berxwedanê mayinde u xwîna wî kanîya hêz u şîyanê jibo Bereya Berxwedanê û geşepêdana rûmet u serfirazîya Hizbullahê u Berxwedana Islamî ya Libnanê zanî.