YEyê erka rahênana leşkerî ya hêzên ukraynî heta sala 2028ê dirêj kir
Îlon 28, 2026 18:58 Asia/Tehran
Berpirsa Sîyadeta Derve ya YEyê ragihand ku vê yekitîyê erka rahênana leşkerî ya hêzên ukraynî heta Mijdara 2028ê dirêj kirîye.
Kaya Kalas piştî civîna Wezîrên Berevanîyê yên welatên endamê YEyê got: YEyê herwiha yê demajoya damezirandina yekîneyeke hevahengîyê li Kîyêvê pêşda bibe ku yê bala xwe bide ser ezmûnên meydana şêrr û xurtkirina perwerde u rahênana leşkerî.
Wê herwiha got: Birûkselê dil heye 2 navendên perwerde u rahênanê li Ukraynê ji nû ve bike ta ku demajoya rahênana hêzên nû yên vî welatî were lezandin.
Li gorî gotina Berpirsa Sîyaseta Derve ya YEyê, xercê vê plane yê ji hêla Alman, Holend, Îrlend, Danmark u Lokzamburgê va were dabînkirin.