Piştgriya bi şer û merc a rêxistinên kurd ji El-Zurfî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314089-piştgriya_bi_şer_û_merc_a_rêxistinên_kurd_ji_el_zurfî
Rêbîn Selam, endamê partiya demokrat a Kurdistana Iraqê roja sêşemê bijartina Ednan El-Zurfî serokê firaksiyona El-Nesrê bo bijartina dewleta nû pîroz kir, lê pêşiya wî bo kiryarên ku bibûn sedema işkesta Muhemed Tewfîq, girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2020 13:00 Asia/Tehran
  • Piştgriya bi şer û merc a rêxistinên kurd ji El-Zurfî

Rêbîn Selam, endamê partiya demokrat a Kurdistana Iraqê roja sêşemê bijartina Ednan El-Zurfî serokê firaksiyona El-Nesrê bo bijartina dewleta nû pîroz kir, lê pêşiya wî bo kiryarên ku bibûn sedema işkesta Muhemed Tewfîq, girt.

Selam li gotûbêja bi malpera El-Meselê re got: Kurdan tu pirsgirêkek xwe bi ti kesî re tinen û em pîrozbayiyê dibêjin Ednan El-Zurfî û jê re hêviya serketinê dikin. 

 Selam ji berpirsê pêkanîna  kabûna nû xwest ku bila mafên partiyan û koman biparêze û li gorî qanûnê bi wan re reftarê bike. 

Endamê partiya demokrat a Kurdistana Iraqê  got: Muzakire û gotûbêj li çarçoveya kiryarên partiyên kurd e û saziyên kurd ger ew pêbendê cihanîna qanûna bingehîn û pêkanîna  hevsengiyê û beşdariya partiyan li qawetê be, dê piştgiriyê bidin wî.