Rayedarên Herêma Kurdistanê li bara dabînkirina kelûmelên pêdivî xelkê xatircem dikin
Rayedarên Herêma Kurdistanê di rewşa qeyrana Korona û qerentînê û sînordarbûna danûstandinên ticarî li derbasgehên sînorî, li bara dabînkirina kelûmelên pêdivî û xwarekê xelkê xatircem dikin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, li halekê ku Herêma Kurdistanê jî mîna navçên din ên cîhanê rastî qeyrana vîrûsa koronayê û belavbûna wê hatiye, tevdîrên zav bona gitina pêşiya vê vîrûsê berçav girtine û ji wan hatûçûyîna li nav bajaran û navbera parêzgehan qedexe bûne û qerentîneya neçarî cih tê. Vêca xelkê herêmê li bara dabînkirina xwarek û pêwîstiyên jiyana xwe dilgiran bûne û diçin nav hin firoşgeh û navendên kirînê dikin.
Lê rayedarên Herêma Kurdistanê li bara dabînkirina hemî kelûmel û madên xwarek û pêwîstiyên jiyanê xelkê xatircem dikin her wiha malpera Xendanê raghand ku qaîm-meqamtiya navça Kelarê ku navenda navçên berfireh ên Germiyanê tê hesabê ragihand ku hemî pêwîstiyên xelkê deverê hatine depokirin û danûstandinên ticarî û derbaskirina kelûmelan ji derbasgehên sînorî jî bi parastina xalên tendrsuiyê didome û qet dê kêmasiya kelûmelên pêdivî neqewme.
Ji aliyê din va Sîrwan Muhemed serokê odeya bazirganî û pêşeyên Silêmaniyê jî ji malpera Xelkê re got ku hemî depo û imbarên herêmê tijî xwarek û madên pêdiviyê xelkê ne û derkirîna kelûmelan ji sînoran jî didome û dê kêmasiya kelûmelên pêdivî tinebe û bi dehan hezar ton xwarek û kelûmel ji riya Bendera Ebas û sînorê Başmaxê derbasî herêmê dibin.