Nîsan 11, 2022 13:02 Asia/Tehran
  • Şirove - Hevgirtina Amerîkayê li dijî Imran Xan: Destpêka senaryoya Iraq û Libnanê ji bo Pakistanê

Imran Xan serokwezîrê wêdadayî yê Pakistanê dibêje ku ew bûye goriyê komploya amerîkî.

Gelek heger hene ku vê bawerê xurt dipeyîtînin. Eger ev wêdadayîn encama pêvajoyeke dirêj a hevrê di gel kêşeyên siyasî yên hundirîn an jî nebûna encameke başû kêrhatî ya xebata Imran Xan bûya, ev wêdadayîn heta radeyekê dikarî were bawerkiirn; lê lez û şêwaza wêdadayînê zêdetir dişibiya senaryo û kodetaya sipî.

Imran Xan yekem kes nîne ku bûye goriyê vê komployê. Li Iraqê tevî ku dewleta Adil Ebdulmehdî hîn du sal ji temenê wê mabû û di heyama serokwezîrtiya xwe da xebateke gelekî erênî û kêrhatî kiribû, lê ji ber ku hewil da di warê siyaseta derveyî da rêbazeke beraqil bigire ber xwe û bi nêzikbûna li Çînê, hewil da ku şiyan û potensiyela vî welatî ji bo lezandina pêvajoya avedankirinê li Iraqê bi kar bîne, kete ber hêrs û kîna Amerîkayê û bi birêxistina xwenîşandanên bi armanc, di dawiyê da neçar ma ku istîfa bike û cihê xwe bide dewleteke girêdayî ku heta niha di rêya siyasetên Amerîkayê da pêngav rakirine û ji ber vê yekê Amerîka tu hewilekê ji bo tayînkirina serokwezîrê nû tevî lidarxistina hilbijartina nû nade û ji vêya ditirse ku serokwezîrê nû nekare cihê Mistefa Kazimî ji bo Amerîkayê tijî bike, bi taybet ku Amerîkayê di atmosfera ji ber şerê Ukraynê û zêdebûna bihayê enerjiyê hewcetî bi şandina nefta Iraqê bo bazarên cîhanî heye.

Dewleta Libnanê ya çend sal berê bi serokwezîrtiya Seid Herîrî jî tûşî komployeke wiha bû û tevî ku dewletê çalakiya xwe ya asayî derbas dikir, lê ji ber ku pirraniya nûnerên meclîsê nêzikî Bereya Berxwedanê bûn, loma Amerîkayê Seid Herîrî neçar kir ku istîfa bike û bi vî awayî bû sebeba valahiya siyasî. Dîsan tevî ku Hesan Diyab karî Libnanê di rewşa jiber qeyrana rêveberiyê, bi rê ve bibe, bi anîna zextan ew neçar kir ku istîfa bike.

Ev babet nîşan didin ku neçarkirina dewletên ku li hemberî daxwazên Amerîkayê li ber xwe didin, ne ya nû ye, lê ciyawazî ev e ku eger wêdadayîna Adil Ebdulmehdî an Seid Herîrî û Hesan Diyab di serdema dewleta rastgir a Trump da qewimî, lê wêdadayîna Imran Xan jî di serdema dewleta Demokrat a Joe Biden da diqewime û ev nîşan dide ku ku di babetên wiha da dewleta Biden daye ser heman rêya Trump; tevî ku di babetên din da rexne lê digire.

Xala balkêş ev e ku Amerîka di van wêdadayîn û kodetayên sipî da bi tenê nîne û ji aliyê hevpeymanên xwe yên ereb û siyonîst sûd werdigire û wer xuya dike ku Erebistanê roleke çalak di wêdadayîna Imran Xan hebûye.

Eger Amerîka ji Imran Xan ji ber berxwegirtina siyaseta hevsengî û bêalîtiyê di siyaseta derveyî da nerzî bûya ku Pakistan li Çîn û Rûsiyê nêzik kir, Erebistan jî ji vêya ku Imran Xan bersiva daxwazên berdewam ên vî welatî ji bo beşdariya di şerê Yemenê da neda, bihêrs bû. Li gorî hevdemiya wêdadayîna Imran Xan li Pakistanê di gel civîna vê dawiyê ya kesayetiyên yemenî yên vexwendî bo civîna Riyazê ku hevrê di gel veguhestina desthilatê ji Ebde Rebbe Mensûr Hadî bo Konseya Serokkomartiyê bû, ev îhtimal xurtir dibe ku ev hewildan ne tenê ji bo xurtkirina agirbesê û vejiyandina gotûbêjên siyasî di gel dewleta Seiayê, belkî berovajî ji bo biserûberkirina rewşa aloz a hêzên bin fermana xwe li Yemenê bi mebesta xurtkirina bereya leşkerî di pêşerojê da ye û dixwaze zirûfa Pakistanê di vî warî da bi kar bîne.

 

Wekî din, wer xuya dike ku Amerîka, Erebistan û hevpeymanên wan ên din ji vêya ku desthilatdarbûna Talibanê li Efxanistanê nebûye ssebeba kêşe û nakokiyê di pêwendiyên navbera Îran û Efxanistanê, bihêrs in û loma bi rêya cîbicîkirina desthilatê li Pakistanê dixwazin ku nearamiyê li Efxanistanê pêk bînin û pêwendiya navbera dewleta Kabulê û welatên cînar ji wan Îranê tûşî nakokiyê bînin.

 

Li ser vê esasê, em nikarin bi tu awayî alûgorên siyasî yên vê dawiyê li Pakistanê tenê wek mijareke hundirîn bihesibînin.

 

Serepeyv