Qewimîna karesata merivî li Sûdanê
Di encama pevçûnnê xwînavîn di navbera artêşa Sûdanê u hêzên nasyar bi Berteka lezgîn da, careka din karesateke merivî derket.
Qeyrana merivî ya li Sûdanê giran bûye u Rêxistina Pizişkên Sînornenas jî hişyarî da ku canê bi dehan hezar kesên sivîl li ber gefê ye. Vê rêxistinê raghiand ku dîmenên setlaytan tomar kirine nîşan didin ku qirrkirineke berfire li bakura Darfûrê qewimîye. NY jî ragihand ku zêde ji 65 hezar kes neçar mane ji şarê Faşirê birevin, di halekî da ku bi hezaran kes hela jî di nav bajêr da asê, birsî u bêsitar mane û alîkarîyên merivdostane têrê nakin. Di vî halî da Selîmî Ishaq Wezîra Rawêjkara Karên Rehetîya Civakî ya Sûdanê ragihand ku Hêzên Berteka Lezgîn hema di 2 rojên destpêka êrişê xwe ser Faşirê da, herîkêm 300 jin kuştine.
Selîmî Ishaqê gotîye ku jinên hanê berî bên kuştinê, ketine ber işkenceyên herî giran. Di 26ê Cotmehê da Hêzên Berteka Lezgîn di encama êrişa berfire ser şarê Faşirê da, ev şara tam xistin destê xwe da u cinayetên giran hibmer sivîlan kirin. Nika Hêzên Berteka Lezgîn li her 5 navçeyên Darfûrê serdest in, du halekî da ku artêşa Sûdanê li 13 herêmên bakur u başûra welêt serdest e.