Nerazîbûna berfire ji Trump
Mijdar 02, 2025 18:27 Asia/Tehran
Li gorî encamên rapirsîyeke nû, sê yekê amerîkîyan ser vê bawerê ne ku ev welata bi awayekî ciddî di rêyeke şaş da pêngavan radike.
Li gorî encama rapirsîya hevpar a ABC NEWS, Waşington Post û Dezgeha Ipsos`ê, sedî 67ê beşdarên vê rapirsîyê dibêjin ku ev welata bi awayekî ciddî di rêyeke şaş da ye û dibêjin ku rewşa aborî ji dema ku Trump hatîye ser desthilatê va, xirabtir bûye. Pirranîya beşdarên rapirsîyê derheq karnama Trump a di warên curbicur da nerazîbûna xwe nîşan dane. Sedî 64ê amerîkîyan dibêjin ku Trump di hewla ji bo berfirekirina desthilata serokomartîyê da ``zêdegavîyê`` dike.