Hişyarîdayîna rayedarên tenduristîyê derbara karesata merivî li Xezzeyê da
Rayedarên tenduristîyê li Xezzeyê derbara berdewambûna dorpêçkirina Xezzeyê di warê dermîn da û karesata merivî ya li vê zîvalê hişyarî dan.
Ser-rêvebirê Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku Rejîma Sîyonîst hela jî nahêle ku derman u alavên pizişkî derbasî vê herêmê bên kirin u bi vê yekê canê bi hezaran kesî xistîye ber xeterê. Ser-rêvebirê Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê got: Rejîma Sîyonîst bi girtina rê li ber dermanên zef girîng, ji wan dermannê orjansî û heb û dermanên qawetê yên zarokan, di piratîkê da rê li ber gîhandina alîkarîyê ya bibandor bo nexweşan digire.
Mihemed Ebû Selîme Serokê Komavahîya Dermankirinê ya Şifayê li Xezzeyê berî vîya jî gotibû ku ji ber kêmbûna dermîn mirina zarokên nivîşkan u netevav sedî 35 jorda çûye. Li gorî gotina wî, zêde ji 5 hezar haletên birrîna organ u endamên bedenê li Xezzeyê hatîye tomarkirin ku ji wan 2 hezar kes zarok in u ji ber nebûna pirotezê, pêrgî êş û zîyannê rewanî yên giran bûne.
Ebû Selîme herwiha ragihand ku ji ber bikaranîna çekên qedexe ji hêla Rejîma Sîyonîst û di encama bedxworakîyê da hejmara zarokên ku nivîşkan ji dê dibin zêde bûye. Zêrevana Mafên Merivan a Ewrûpa- Medîteranê jî amajeyî desteserkirina karmendekî UNICEFê bi destê leşkerên Rejîma Sîyonîst kir û ji ber ku rêxistinên merivdostiyê li Xezzeyê dibin armanc, dilnigeranbûna xwe dîyar kir.