Berteka Ûrsêtê himber ihtimala destpêkirina ceribandina çekên navokî ji hêla Amerîkayê va
Fermana Donald Trump bo Wezareta Cengê ya Amerîkayê ji bo destpêkirina ceribandina çekên navokî, pêrgî pêleke bertekan li Ûrsêtê bû û rayedarên ûris derheq dûhatên vî karî da hişyarî dane.
Bi dû biryara Trump ji bo vejîyandina ceribandina çekên navokî, Moskow u Pêkenê bi awayekî hevaheng derbara dûhatên bitaluke yên vî karî da hişyarî dan u ragihandin ku destpêkirina ceribandina çekên navokîbi wateya dewreke nû ya rikeberîya di warê çekan da be.
Dîmîtrî Yêvsêyêv- Çavdêrê Karên Sitratejîk u Rêvebirê Navenda Hevdengîya Welatên Hevberjewend
--Em nika di ber rûbirûbûneke gellekî ciddî da ne ku diqewime bibe sedema rikeberîya nû ya bi çekên navokî. Li gorî ihtimalê manovra vê dawîyê ya Ûrsêtê ya bi mertalên nû ku mûşekên Kurûz ên navokî yên bi bîrra bêsînor û ceribandina Ejdera navokî ya Posîdûn, rola xwe di vê biryarê da hebûye, lê nabe were jibîrkirin ku ev ceribandin, ceribandina navokî nayên hesêb.
Rayedarên din ên ûris jî nêta Trump ji bo destpêkirina ceribandina çekên navokî bitaluke zanîn.
Nîkolay Kartapalov endamê Lêjneya Berevanîyê ya Konseya Herêmî ya Domaya Ûrsêtê
**Ceribandina mertalên mûşekî ji ceribandina çekên diteqin tam cida ye , renge eva bertekek himber nimandina Ejdera ûris a Posîdon be lê ev yek nabe sebeb ku Amerîka bixwaze Rêkevtinameya Sekinandina Ceribandina Çekên Navokî binpê bike.
Dîmîtrî Peskov Berdevkê Serokomartîya Ûrsêtê jî derbara dûhat u encamên destpêkirina ceribandina çekên navokî li Amerîkayê got; çawan ku Viladimîr Pûtîn pêgirî kirîye, her welatê ku Rêkevtinameya Sekinandina Ceribandina Çekên Navokî binpê bike, Moskow jî dê anegorî wê pêngavê rake.