Sibat 04, 2023 14:32 Asia/Tehran
  • Rapor | Kenanî bertek nîşanî gotinên dije-îranî yên serokkomarê Fransayê da

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê wek berteka li hember dubarekirina helwêstên neavaker û dije-îranî yên Serokkomarê Fransayê teqez kir: “Hevdîtina bi serokwezîrê rejîmekê ku cîhan wê weke hêmaya diyardeya kirêt a terorîzma organîzebûyî dizane, hêjayî lomekirin û hetikandinê ye.”

Di hevdîtinên roja Pêncşemyê ya Emmanuel Macron û Binyamîn Netanyahû li Koşka Êlîzeyê, îdiayên dije-îranî pir zêde bûn. Di vê hevdîtinê de, Mecron rexne ji tevgera lezgîn a Bernameya Navokî ya Îranê girt û got: “Dewama vê rêyê ji hêla Îranê ve, yê bê dûhat nemîne.”

Di vê hevdîtinê de Netanyahû xwest ku bila boykotên girantir dijî Îranê bisepînin û got ku divê Sipaha Pasdarên Îranê daynin nav lîsteya terorîzmê ya Yekitiya Ewropayê.

 Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê weke berteka li hember îdiayên Emmanuel Macron, Serokkomarê Fransayê got: “Hevdîtina bi serokwezîrê rejîmekê ku cîhan wê weke hêmaya diyardeya kirêt a terorîzma organîzebûyî, şîdet, tevkujî û awarekirina jin û zarokên mezlûm li Rojavayê Asyayê û ji wan li Filistînê dizane, hêjayî lomekirin û hetikandinê ye.”

Nasir Kenanî her wiha got: “Serokkomarê Fransayê di halekî de rexneyê ji xebatên aştiyane yên navokî yên Komara Îslamî ya Îranê digire ku wer tê xuyakirin wî ji bîr kiriye ku Rejîma Siyonîst bi hebûna bi dehan kumikên navokî, çavdêriya navneteweyî qebûl nake û bi raboriyeke reş ku di warê dagirkerî û destdirêjiya leşkerî de heye, çavkaniya herî giring a dijî aşitî û ewlehiya navçeyî û navneteweyî tê hesab.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: “Divê aliyê fransî dewsa qaşo dilnigeraniya ji xebatên aştiyane yên navokî yên Îranê ku tam di bin çavdêriya Ajnasa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de yn, cîhanê derbarê çawaniya bidestxistina çekên navokî ji aliyê terorîzma hikûmetî ya siyonîst va agehdar bike.”

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di dawiyê de jî şîret li rayedarên Fransî kir ku bila nêrîna xwe ya şaş biguherînin û vegerin ser xala rêz û hurmeta dualî û ji vêya zêdetir ziyanê neghînin peywendiyên dualî.

 

Serepeyv