Gera nû ya binpêkirinên agirbesê li Libnanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve
Leşkerên Rejîma Siyonîst cardin bi binpêkirina agirbesê li Libnanê ketin bajarokê Blîda li başûrê Libnanê û di cinayetên vê dawiyê yên artêşa terorê de welatiyekî din ê libnanî şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn.
Medyaya libnanî ragihandin ku artêşa Rejîma Siyonîst careke din agirbesa Libnanê binpê kir û êrişên xwe ser axa vî welatî berdewam kir. Li gorî vê raporê, komek ji hêzên artêşa Rejîma Siyonîst piştî derbasbûna ji sînorê Libnan- Filîstînê ketin avahiya şaredariya demkî ya Blida li başûrê Libnanê. Di vê raporê de hatiye ku ger çi artêşa Libnanê ketiye rewşa amadebaşiyê lê artêşa terorê ev destdirêjî berdewam kirine. Li gorî nûçeyan, di encama vê êrişa Artêşa Rejîma Siyonîst de ku bi piştgiriya hewayî ya xwefirên vê rejîmê pêk hatiye, yek ji karmendên şaredariya vî bajarî şehîd bû û çend kes birîndar an bêserûşûn bûne. Çavkaniyên libnanî her wiha ragihandin ku balafirên şer ên Rejîma Siyonîst çend caran herêma Cermeq li başûrê Libnanê bombebaran kirine û di van êrişan de avahiyek giştî li gundê Edîse li navçeya Merceyûnê li başûrê Libnanê hatiye wêrankirin. Cozêf Ewn, Serokomarê Libnanê tevî şermezarkirina êrişên nû yên Rejîma Siyonîst ser axa welatê xwe ji fermandê artêşa vî welatî xwest ku li hember destdirêjiyên dijminê Siyonîst li erdên rizgarkirî yên başûrê Libnanê raweste. Newaf Selam, Serokwezîrê Libnanê û hikûmeta vî welatî tevî şermezarkirina êrişên hovane yên artêşa Rejîma Siyonîst ser bajarokê Blida li başûrê Libnanê û şehîdkirina karmendê şaredariyê tekez kirin ku ev êrişek eşkere dijî saziyên hikûmetê û serweriya Libnanê ye. Wî ragihand ku em ê hevkariya xwe bi NY û welatên garantorên peymana agirbesê re bidomînin û em ji van aliyan dixwazin ku ji bo van cinayetên artêşa terorê sînorek diyar bikin. Ehmed Hecar, Wezîrê Karên Hundir û Şaredariyên Libnanê jî tevî şermezarkirina êrişên nû yên rejîma Siyonîst ser axa Libnanê got: Ev êriş binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan in û em ser pêwîstiya rawestandina êrişên dijmin ser sivîlan û teşkîlata giştî tekez dikin.