Cotmeh 30, 2025 18:41 Asia/Tehran
  • Tekeziya DEM Partiyê ser pêwîstiya rakirina gavên pratîkî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve

DEM Partiyê banga cihanîna demlidest a gavên qanûnî têkildarî pêvajoya aşitiyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan(DEM partî), piştî lidarxistina civînekê di daxuyaniyekê de ragihand ku divê hikûmeta Tirkiyê bi zûtî gavên qanûnî têkildarî pêvajoya aştiyê cih bîne ji ber ku ji destpêka vê pêvajoyê ve zêdetirî salek derbas bûye û piştî xwehilweşandina PKK`ê, şewitandina çekan û vekişîna endamên PKK`ê ji axa Tirkiyê, êdî dem hatiye ku hikûmeta Tirkiyê gavên pratîkîtir bavêje.

 Di daxûyaniya  DEM Partiyê de hatiye tekezkirin ku aştî tenê bi danîna çekan serê xwe nagire belku bi bifermînaskirina mafê welatîbûnê û mafên demokratîk, dê aşitiyeke mayînde pêk were û divê hikûmet gavên sereke yên qanûnî û siyasî bavêje da ku vê pêvajoyê di nav Tirkiyê de cih bîne.

Serepeyv