Zêdetirî 22 hezar zarok di encama êrişên ser Xezzeyê de şehîd bûne
Cotmeh 30, 2025 18:22 Asia/Tehran
Dr. Ehmed Fera, rêveberê beşa zarokan û jidayikbûnê li komavahiya pizîşkî ya Nasir li Xezzeyê, got: Zêdetirî 22 hezar zarokên filistînî ji destpêka êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê ve şehîd bûne.
Dr. Fera her wiha got: 5 hezar û 500 zarokên din jî demlidest hewcetî bi veguhastin û dermankirinê li derveyî Xezzeyê hene, lê dorpêçkirin û girtina derbasgehan rê li ber veguhestina wan girtiye. Wî her wiha ragihand ku heta niha 44 zarok tenê ji ber ku ji bo dermankirinê nekarîne ji Xezzeyê derkevin jiyana xwe ji dest dane. Fera rewşa heyî ya li Xezzeyê karesateke mirovî ya tam bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rizgarkirina jiyana zarokên birîndar û nexweş li Xezzeyê alîkariyê bikin.