Cotmeh 30, 2025 18:22 Asia/Tehran
  • Hemas: Îdiaya viya ku cinayetên Rejîma Siyonîst ji bo tolhildanê bûne nêrîneke nijadperest e

Hazim Qasim, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas), got: Îdiayên Rejîma Siyonîst derheq vê yekê ku cinayetên vê dawiyê li Xezzeyê bertekek li hember alûgurên din bûne, tam şaş in û nijadperestiya vê rejîmê nîşan didin.

Hazim Qasim got: Mirov çawa dikare qebûl bike ku Rejîma Siyonîst zêdetirî 100 filistînî şehîd kirine ku piraniya wan jin û zarok bûn û di berteka vê cinayetê de ragihandiye ku ev êriş tolhildana kuştina leşkerekî siyonîst bûye. Mantîqa vê îdiayê li ku ye, ji bilî viya ku nijadperestiya vê rejîmê eşkeretir dike.

Qasim got: Axaftina derbarê mayîndebûna agirbesê di demekê de ye ku Rejîma Siyonîst hîn jî agirbesê paşguh dike û  Amerîka her tim piştgirî daye vê rejîmê.

Serepeyv