Dilnigeraniyên ji destwerdana Trump di avakirina hikûmeta Iraqê ya bê de bi destnîşankirina şandiyê taybet
Li gorî gotina rayedar û komên siyasî yên Iraqê, destnîşankirina şandiyê taybet ê Amerîkayê li vî welatî tenê veguhestineke dîplomatîk a asayî nebû, belku nîşaneke xurt a guhertineke kalîteyî di siyaseta Waşingtonê li hember Bexdayê û tevgereke ji bo destwerdana di avakirina hikûmeta Iraqê ya bê de ye.
Van rojana û hevdem li gel nêzîkbûna hilbijartinên parlemana Iraqê dilnigeraniya kesayet, partî û komên Iraqî ji destwerdana Amerîkayê di pêvajoya hilbijartina vî welatî de zêde dibin. Rojnameya libnanî ya El-Exbarê destnîşan kir ku biryara Trump, serokkomarê Amerîkayê, ya şandina Mark Sawaya wekî nûnerê xwe li Iraqê bo Bexdayê ji bo çavdêriya ser fraksiyonên Iraqî pêleke dilnigeranî û hellahella di nav derdorên siyasî yên Iraqê de çêkiriye. Her wiha vê rojanemyê destnîşan kir ku Sawaya dê wekî çav û guhên Trump li sehneya Iraqê de tev bigere. Di vê çarçoveyê de Hisên Talib Mûsewî yek ji rêberên Çarçoveya Hevahengiya Iraqê, jî tekez kir ku erkdariya Sawaya û dema destnîşankirina wî tesadufî nebûye belku ew ne tenê ji gelê Iraqê re, belku bo hemî navçeyê re gelek peyaman dişîne û ev gav piştrast dike ku Waşington dixwaze destwerdana xwe di biryarên siyasî yên Iraqê de bidomîne.
Ehmed Salihî, Şirovekarê siyasî yê iraqî jî di vê baweriyê de ye ku destnîşankirin li şûna şandina balyozekê an xebata bi rêyên dîplomatîk ên li gorî erf û edetan nîşana guherînek bingehîn di stratejiya Amerîkayê li hember Iraqê ye. Wî her wiha got: Helbet ev kiryar dê encamên neyînî hebin û gelê Iraqê dê li hember destwerdana Amerîkayê ji derveyî welatê xwe li ber xwe bide.
Heyder Lamî, yek ji rêberên hevpeymaniya Hikûmeta Qanûnê, her wiha ragihand ku Mark Sawiya, şandiyê taybet ê Trump ji bo karûbarên Iraqê, di destwerdana eşkere sînorê xwe derbas kiriye û banga hilbijartina meqamên payebilind û wezaretxaneyên sereke yên hikûmeta pêşerojê ya vî welatî bi îzna koşka Spî kir û tekez kir ku em ê rê nedin ti aliyekî biyanî, bi taybet Amerîkayê ku bîr û raya xwe ser hilbijartinan û avakirina hikûmeta Iraqê de bisepîne. Qazî Feysel, şirovekar û dîplomatê berê yê Iraqê, jî behsa zimhêr û darayiyên berfireh ên iraqiyan, ji wan niftê jî kir û ragihand ku Amerîka dixwaze ji gelê Iraqê beşek ji van darayiyan bistîne û pêwîst e ku gelê Iraqê hişyar be. Hilbijartinên parlemana Iraqê dê di 11`ê Mijdarê de werin lidarxistin.