Çile 11, 2023 17:07 Asia/Tehran
  •  Rêgirtin li derketina pereyên biyanî bi berhemanîna 'Katalîstên Alûmînayê'

Kompaniyeke îranî ya dahêner bi raberkirina cûreyên Katalîstên Alûmînayê, rêbazek ji bo jêbirina pêkhateyên Sûlfûr anku Kirkûtê ji 'Gaza Tirş' pêşkêş kiriye û ev berhem ji bilî ku girêdayîbûna bi derveyî welêt ji bo dabînkirina wê bi dawî tîne, bûye sebeb ku rê li ber derketina pereyên biyanî ji welêt ji bo kirrîna cûreyên derveyî bê girtin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Ji bo şîrînkirina Gazên Tirş divê pêkhateyên bisûlfûr ji berhemên niftê werin jêbirin. Yek ji şêwazên şîrînkirinê şewitandina sûlfûrê ye, lê dûhat û zirarên wî karî digihêjin jîngehê. Vêca cidakirina sûlfûrê ji Gazên Tirş şêwazeke dewsgir ji bo jêbirina van pêkhateyan e.

'Claus' (Klaus) pêvajoya herî girîng ji bo jêbirina sûlfûrê di pîşeyên petrokîmya û palîngehan da ye. Di vê pêvajoyê da sûlfûr ji Hîdrojen Sûlfîda (H2S) heyî li nav gaza xwezayî û li nav gazên ku wek berhemên pêreyî di heyama palaftina nifta xav da berhem tên, tê wergirtin û cidakirin. Wergirtin bi şêwaza Claus'ê dikare ji sedî 92 heta 95'ê sûlfûrê ji van gazan jêbibe. Ji aliyê din va berhema sûlfûrê ya amadebûyî bi vê şêwazê jî dikare bo mebestên din were bikaranîn û ji hêla aborî va jî xerca amadekirina wê kêmtir e.

Bi baştirkirinên pêkhatî di 'Alûmînaya Çalak' da û bikaranîna Teknolojiya Nanoyê, cûreyeke pêşketî ji vê berhemê wek Katalîsta sereke di pêvajoya wergirtina Sûlfûrê bi şêwaza Claus'ê da tê bikaranîn.

Alûmînaya Çalak (Activated Alumina) madeyeke hilmij e ku herî zêde di pîşeyan da tê bikaranîn û ji berê va di hin pîşeyan da weke Hewayê Tîrbûyî, Berhemanîna Oksîjenê, Jêbirina Klor, Flûrîn û Arsinîkê ji pêkhateyên gazî û şilekî dihatiye bikaranîn.

Pîşeyên nift, gaz û petrokîmya, Pîşeyên pola û madenan, Pîşeyên Kaşî û Seramîkan, Pîşeyên Hewayê Tîrbûyî û Pîşeyên Neşewt herî zêde vê katalîstê bi kar tînin.

 

Serepeyv