Amadebûna hêzên leşkerî yên Venezoelayê ji bo sekinîna himber gefên Amerîkayê
Cotmeh 24, 2025 17:18 Asia/Tehran
Bi dû zêdebûna liv u tevgerên leşkerî yên Amerîkayê, Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê got ku hêzên çekdar nê vî welatî ji bo bersivdana himber liv u tevgerên leşkerî yên Amerîkayê amade ne.
Viladimîr Padrîno Lopez got: Hêzên çekdar ên vî welatî tam li xeta perrava vî welatî bi cih bûne ta ku bi awayekî herî baş ji bo bersivdayîna himber kombûna leşkerên Hêza Deryayî ya Amerîkayê li Deryaya Karayîbê hevaheng u amade bibin.
Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê herwiha got: Operasyonên berfire yên artêşa Venezoelayê naskirina di rêyên bejayî, çavdêrîya hewayî, keşf, hilkolandina bi xwofirran u manovrên bejayî û deryayî li perravan digirin ber xwe.