Şebekeya Şems`ê: Nêzîkî 100 kesî bi hegera kirîna dengan hatine destserkirin
Rêkxerê Şebekeya Şems`ê ku çavdêrîyê ser hilbijartinan dike, radigihîne ku nêzîkî 100 kesî bi hegera kirîn u firotina kartên dengdanê li Iraqê hatine destserkirin.
Hogir Çeto dibêje ku vê carê dîyardeya kirrîna dengan berbelav e û hin alîyên sîyasî bi dirêv dengan dikirrin. Herwiha Komsyona Hilbijartinan pêgirîyê dike ku ti kes nikare dewsa kesekî din dengê xwe bide.
Hogir Çeto herwiha got: Heta nika 1100 haletên binpêkarîyê hatine tomarkirin ku yên herî zêde li parêzgehên Bexda, Besre, Hewlêr, Neynewa u Silêmanîyê bûne. Ew binpêkarî zêdetir bi rêya bikaranîna dezgehên hikûmetê, daxûyanîya tund u reşkirina li şebekeyên civakî pêk hatine.
Dewra şeşan a hilbijartina parlimana Iraqê yê di 11ê Tişrîna Yekem da were lidarxistin u zêdetirî 7 hezar berbijarî ji bo bidestxistina 329 kursîyan rikeberîyê dikin.