Cotmeh 23, 2025 21:51 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Em ji kêmtirî sedî 50yê potansîyelên welatên cînar sûdê werdigirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku Îran ji kêmtirî sedî 50yê potansîyelên welatên cînar sûdê werdigire.

Ebbas Iraqçî di civîna navçeyî ya Dîplomasîya Parêzgehan li Meşhedê pêgirî kir ku asta ticareta di navbera Îranê u welatên cînar da, ji hemî ticareta Îranê û Ewrûpayê zêdetir e ku eva girîngatîya ticareta tev cînaran nîşan dide. Iraqçî herwiha got ku berfirekirin u kûrkirina peywendîyên tev cînaran ne tenê bijareyek nîne belkî ewlewîyeta yekem u xwedîyê rola jîyanê di sîyaseta derve ya Îranê da tê hesêb. Wî herwiha got: Xurtkirina peywendîyên ser sînoran ewlehîya sînoran xurt dike û di encamê da karên qaçax kêm bûne. 

Serepeyv