Cotmeh 24, 2025 21:18 Asia/Tehran
  • Imamoglu yê bi tawana sîxortîyê were mehkemekirin

Di çarçoveya lêpirsîna derheq sîxurtiyê ya Serdozgeriya Komarê ya Istenbolê da, derbarê Ekrem Îmamoglu, Necatî Ozkan û damezirînerê televîzyona Tele1ê Merdan Yanardag bi îdiaya “sîxurtiyê” lêpirsîn hat destpêkirin.

Imamoglu yê bi tawana sîxortîyê were mehkemekirin. Herwiha damezirînerê televîzyona Tele1ê Merdan Yanardag îro serê sibehê hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, bi rêya sepana “Stenbol ya te ye” zanyariyên şexsî yên 4 milyon u 700 hezar kesî kesî ji bo 2 welatên biyanî hatine şandin.

Her wiha hat ragihandin ku zanyariyên 3 milyon u 700 hezar kesî jî bi rêya 'darkwebê' hatine firotin.

Hat diyarkirin ku ji bo 13 kesan bi îdiayên “bidestxistina zanyariyên şexsî ya bi awayekî neyasayî” û “endamtiya rêxistina tawanê ya Ekrem Îmamoglu” biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Serepeyv