Cotmeh 24, 2025 16:48 Asia/Tehran
  • Rejîma Sîyonîst binpêkirina agirbesê li Xezzeyê didomîne

Hêzên artêşa Rejîma Sîyonîst u sîyonîstên bajaroknişîn di dewama binpêkirina agirbesê da, êrişî bajarên rexê rojavaya çemê Urdinê û kempên li wir kirin.

Hêzên Rejîma Sîyonîst dema êrişa ser kempekê li Nabolê da gulle u bombeyên dengdar avêtin ku di encamê da zarokek hat şehîdkirin. Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku di encama êrişên dagirkeran ser navçeyên curbicur ên vê zîval êda 14 kesên din hatin şehîdkirin.

Dezgeha Mafên Merivan a Xezzeyê jî derheq xetera bi dehan hezar ton rextên neteqîyayî li vê herêmê hişyarî da û ragihand ku ew rextana gewfê li canê bi sedan welatîyên filistînî dixwin. Rewşa merivî li vê zîvalê hela jî bikaresat û giran e û NY jî radigihîne ku yek ji çarê niştecîyên vê navçeyê birsî ne. Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê jî xwest ku hemî derbasgehên vê zîvalê ji bo derbaskirina alîkarîyan bên vekirin.

Ednan Ebû Hesene Berdevkê UNRWAyê jî amajeyî rewşa bikaresat û qeyranî ya bakura Zîvala Xezzeyê kir u ragihand ku bêyî vekirina derbasgehên Îrîzî u Zekîm, gîhandina alîakrîyan bo nêzî milyonek niştecîyên vê herêmê nepêkan e. Heta derbaskirina rojê 200 heta 250 kamyonnê hilgirê alîkarîyan jî têra hewcedarîya berfire ya merivî li vê herêmê nake. 

Li başûra Libnanê jî Rejîma Sîyonîst bi xwofirrê êrişî maşînekê kir ku di encamê da 2 kes hatin şehîdkirin u çend kes jî hatin birîndarkirin. 

Serepeyv