Cotmeh 21, 2025 21:07 Asia/Tehran

Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê ku duh di serê taximekê de seredana Têhranê kir bi rayedaran re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Qasim Erecî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, bi Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, serleşker Mihemed Pakpûr re civiya û got: Ewlehiya Îranê, ewlehiya Iraqê ye û em ê rê nedin ku ti komek ji axa Iraqê gefê li ewlehiya Îranê bixwe.  Serleşker Mihemed Pakpûr jî daxwaza cihanîna bi tevahî ya peymanên ewlehiyê û avakirina komîteyek meydanî ji bo çavdêriya li ser deverên sînorî yên Îran û Iraqê kir û got: Komên terorîst ji bo ewlehiya herdu welatan gef in û divê bi hevkariya hevbeş werin kontrolkirin. Serleşker Pakpûr got: Ger dijmin hewl bide ku êrîşî welatê me bike, bê guman bersiva me dê ji bersiva şerê 12 rojî bihêztir be û bê guman dojeh dê ji bo wan were pêkanîn. Qasim Erecî her wiha got: Me di şerê 12 rojî de rê neda ti tevgerên komên dijber û em ê di pêşerojê de bi tundî pêşî li wê bigirin. Qasim Erecî, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re jî li ser piştgiriya welatê xwe ji Îranê pêgîrî kir.

Ebas Eraqçî, jî amajeyî peywendiyên baş ên di navbera Têhran û Bexdayê de kir û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya rawêjkariyên di navbera berpirsên herdu welatan de û pêwîstiya xurtkirina hevkariyê di warên ewlehiyê de, di nav de ewlehiya sînoran kir. Iraqçî û Erecî dilnîgeraniya xwe ji ber binpêkirina berdewam a agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve anîn ziman û bal kişandin ser berpirsiyariya civaka navneteweyî ji bo pêşîgirtina li jînosayd û cinayetên li Xezzeyê û şandina pêdiviyên jiyanê ji bo xelkê Xezzeyê. 

Qasim Erecî her wiha bi Serokê Meclisa Îranê, Mihemedbaqir Qalibaf re jî civiya û her du aliyan tekezî li ser berfirehkirina têkiliyên dualî kirin. Erecî berê bi Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Elî Larîcanî re jî civiyabû.

Serepeyv