Komhelbesta Kurmancî ya 'Sêdilop' li Xorasanê hat weşandin
Komhelbesta nû ya Elîriza Sipahî Lahînî ya bi navê Sêdilop hat çapkirin.
Sêdilop; Sê çilkên baranê, ji çavê dost û yaran...
Komhelbesta Sêxiştiyên Kurmancî yên Elîriza Sipahî Lahînî, bi navê "Sêdilop" ji aliyê weşana "Madyar"ê va hat weşandin.Sêdilop pêkhatî ji 1000 Sêxiştiyên Kurmancî bi alfabêya aramî û wergera Farisî ye û nîşan dide ku qaliba helbestgotinê ya bi navê "Sêxiştî" bi awayekî herikbar û berdewam hema wisa ji aliyê kurdên roja îro yên Xorasanê va tê bikaranîn.
Sêdilop belge û raporeke nivîskî ji hêz û şiyana Sêxiştiyê (Kurte-helbestên ji sê nîv-malikan û her malikek bi awayê normal ji heşt kîteyan) di serdema me da ye.
Ev kurtehelbest hema bêje hemî qad û mijaran digire ber ber xwe û hêviya helbestvên ev e ku xwînerê berhemê vê îdiayê di rêzên vê qaliba ecêb a helbestê da, di têgehên bilind û nazik û bi sedan babetên ciyawaz ên vê pirtûkê da bişopîne.Sêdilop, berhemeke sêçilkî ya baranî ye ku renge li ser birînên xurbetê yên xelkê, li bêdengiyên aşiqane yên dilên işkestî û li ser cadeyên ronî yên siberojê bibare û serçaviyek ji helbestên nû, kûr û bibandor nîşanî sitanbêj û hunermendên kurd bide.
Ev berhem di 270 rûpelan da hatiye amadekirin.
Hêjayî gotinê ye ku du berhemên din ên bi navên Mînamal û Duçar jî ji Elîriza Sipahî hatine çapkirin û dê di demeke din da bên nasandin.